ÊŞÊN ME MEZİN İN, DİVÊ SERKEFTİNA ME JÎ MEZİN BE
Zeynep Xoresan Dengê qîrên me di rojeke reş a meha sibatê de, bi barana berfa sipî re, li gelî, newal, li keviyên Zagros û Torosê vedigeriyan. Ew êş di hemû kêliyên jiyanê de, xwe di bedena me de nû dikir û berê xwe, bi ruhê Tolhildanê, dida meydana cengê. Êşa wan rojan divê berê me bide mizgîniya serkeftine, an jî wê dîrok me efû neke û wê êş li ser êşên me zêde bibin. Wekî ku Rêber APO jî dibêje, êşên ku mirovan nekujin wê mirovan mezin bikin. Bi…