Ji raya giştî re
Derbarê êrişên dewleta Tirk ser herêmên Pêncwînê de
Ew demeke dirêje ku di gel şer di hemû dewerên Kurdistanê de, tevgera keşfa balefrên bêmirov û êrişên hewayi yên dewleta Tirk li ser herêmên me zêdetir bûne. Di gel şerê giran yê ku li herêma Behdînan dijî tevgera azadîxwaz heye û weke berdwewamiya wan êrişan herêma me dibe amanca êrişên hewayi. Rojane çendîn balefir li herêmê di tevgerê dene û demeke dirêje ku di gelwan tevgeran, êrişên hewayi jî rû didin. Di wan êrişan de xwazaya welatê me û baxçe û zeviyên gundiyên nêzî herêma me dibin hedef û dijmin bi awayek hovane zerer û xisarên mezin digihîjîne berhemên gel û jiyana wan jî.
Di wê çarçeveyê de roja 13 Tîrmeha 1403 koçî beramberî 3 meha 7 ya sala 2024’an de dewleta Tirk bi balefirên şer êrişî herêmên derdora gundên Pêncwînê kir û bombebaran kir. Herwiha roja Yekşemî 25 Tîrmeha 1403’an beramber di gel 14 Tîrmehê 2024’an piştî keşfa çendîn roje ya bi çendîn balefiran, si’et 18:12 êvarê bi firokeyên şer sê caran herêmên me yên nêzî gundê Nizare ya Pêncwînê bombaran kirin.
Bêguman ew êriş beşeke ji êrişên dagîrkerî yên dewleta Tirk di ser erd û xaka welatê me û li dijî gelê me taybet gelê me yê Başûrê Kurdistanê. Ew êriş û dagîrkeriyeke dîrokî ye ku hedefa wê tune kirina gelê me û destketiyên wane. Diviya dijmin bizane ku emê bi hemû hêza xwe berxwe bidin û destketiyên gelê xwe biparêzin, iradeya me ji bo wê yekê ji her demê bihêztire. Herwiha gelê me jî divê hişiyartir tev bigere û beramber dagîrkeriya metirsîdar ya dewleta Tirk xwedî helwest be. Divê bê zanîn ku ew tevger ne weke tevgereke şerî ya asayi ye, êrişên niha di asteke bilindtir û bi hevkariya xayinane ya PDK’ê û ji bo bidawî anîna destketiyên gelê Kurdin. Lewra divê asta hişiyariya gel û helwesta wan jî di wê astê de be. Emê demên pêş de derbarê hûrgiliyên zêdetir yê wan êrişan gelê xwe û raya giştî agahdar bikin.
Silav û rêzên şoreşgerî
2024-07-15
Fermandariya biryargeha Yekîneyên Rojhilatê Kurdistên (YRK)’ê