Rêber APO Felsefeya Azadiyêye ye

24 ته‌مموز, 2023

Endama Komîteya Çanda Bêstûn-Denîz Şiyar                                     

Ev 25 sal in tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya me bê navber berdewam dike. Şert û mercên giran ên tecrîdê û îşkenceya fîzîkî û pîskolojîk roj bi roj girantir û bê pîvantir dibe. Li ser Rêbertiya me cezayên keyfî tê dayîn li hember van hemu kiryaran NY, CPT hîn jî bêdengiya xwe didomîne. Hindek kesên ku dibêjin em demokratin jî li hîmberî tecrîdê bêdengin û dema ku behsa demokrasiyê tê kirin ji nebihîstî ve tên. Dema mîjar dibe Rêber APO di cîhanê de bêdengî ava dibe û rola sê meymunan derdikeve li ser dika cîhanê. Wekî tê zanîn siyaseta qirkirin û îmhayê ku li ser Kurdistan û gelan tê meşandin rojane bilind dibe û berdewam dike. Bi taybet qirkirina siyasî, civakî, çandî û fîzîkî bi rengekî herî hovane didomin. Şefên faşîst yên AKP-MHP’ê, ji bo ku têkoşîna azadiya Kurdan tune bikin û siyaseta qirkirinê a bi navê plana çokdanînê berdewam bikin, bi hemû hîle û hewildanên tarî careke din bi hemu hêza xwe dixin meriyetê. Paradîgmaya Demokratîk, Çand, Ekolojik û Azadixwaziya jin a bi fikir u felsefe ya Rêber APO li tevahiya cihanê deng vedide û belav dibe. Îro deshilatdariya faşîzm ji bo ku felsefeya Rêber APO bi jiyanî nebe her ku diçe tecrîdê kurtir dikin, divan her du salên taliyê de hîn zêdetir tecrîda girankirî didin meşandin. Wateya tecrîdê ewe kû Rêber APO ji her kesî, ji her tiştî qut bike û bikaribe faşîzim deshilatdariya xwe bide meşandin. Ne bi tenê tecrîd bi şantajan jî dixwaze vîna gelan bişkîne û hebuna gelan îmha bike. Di dîroka dawî de ku ji aliyê endamê komîteya KCK Sabrî Ok rewşa ku dawî li Îmraliyê tê jiyîn di qanala Stêrk Tv de parve kiribu. Ji bo Rêbertî nameyên tehdîdê, bê nav û bê dîrok tê şandin. Armanca faşîzmê sereke ewe ku sekin û bîryarên Rêber APO bi dek u dulabên xwe hewildidin vale derxînin. Ji roja destpêka tecrîdê heya roja îro, ji Rêber APO tu agahî negirtin bi serêxwe sucê qanuniye u di be ser sebeba furandina hêrsê. Ev nameyên tehdîdê tenê ne ji bo Rêber APO ye, di heman demêde tehdîda li ser hemu gelan u mirovahiyê ye.

Fikir û felsefeya Rêber APO ne tenê ji bo gelê Kurd û Kurdîstaniyan buye ronahî, ji bu tevahî miletên bindest buye nexşeya azadi yê. 9’ê Cotmehê 1998 an de dema ku komplo li ser Rêbertî pêk hat heta roja îro komplo xwe nujen dikin. Li himberî komplo, dek û dolabên faşîzmê, Rêber APO gavên mezin avêtin û komplo vala derxist. Berxwedaniya gerîla û gelan jî her roj faşîzmê hildiweşîne û puçdike. Modernîteya kapîtalîzim, ji bo ku Modernîteya Demokratîk jiyan neke deriyên Îmralîyê ku zingar girtî hîn bêhtir xwest qewîmtir bike. Kapîtalîzm çiqas îro xwe li ser lingan bigire, faşîzm hîn bêhtir rahên xwe xurtir dike. Deshilatdarên faşîzma 12 Îlon’a 1980 de di xwestin di şexsê Mazlum Dogan, Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek de Rêber APO bêdeng bikin ji holê rakin. Bi berxwedaniya 14’ê Tirmehê a kû li zinadana Amed’ê hat meşandin faşîzm vala derxist. Bi berxwedaniya xwe Dewleta Tirkiye bê çare hêştin. Sala 1998-1999’an de bi komplo xwestin Rêber APO û tevgera azadî tasfîye bikin. Fikir- felsefe û sekna Rêbertî dubare deshilatdariyên faşîzm vala derxist. Dewletên şovenîst vê carê bi jehr kirinê xwestin ji holê rake Rêber APO ev jî bê bi sekna xwe vale derxist. Faşîzm her car a ku di xwest gav bavêje di faşîst buna xwede, li hemberî hêza Rêber APO li ber xwe nedida ber u vajî du gav paşve di avêt. Îro jî dubare dixwaze li ser Rêber APO plana çokdanînê farz bike. Ji ber van sedemane ku nameyên tehdîdan dişînin.

Pewîste wek gel li himberî van sîyaset û polîtîqayên qirêj bêdeng nemînin.  Bi taybet jî li ser bingeha azadîxwaziya jin û çand îro li Rojhilatê Kurdistan û Îranê jin û civak rakiriye serhildanan û ev dînamîzma heyî bûye îlhama tevahî jinan û civakê. Bi rûhê 14’ê Tirmehê, bi şiara ‘Jin Jin Jiyan Azadî’ gelê Kurd û dostê Kurdan bêdeng nemînin. Xeteriya li ser Rêbertî xeteriya li ser gelane. Tecrîda li ser Rêbertî, tecrîda li ser gelane. Heta tecrîd neyê şikandin û azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk neyê sê dar buyîna gelên azadîxwaz wê bêhtir bibe. Qirqirina çand û erîşên hovane li ser jinan berdewam bike.

Most viewed
Recent updates

Kodar (Democratic and Free Society of Eastern Kurdistan) is a social confederative system based on the right of self-determination of peoples, freedom of women and environmentally friendly life. Kodar is a non-state system and organizes the societies on the socio-political, cultural and democratic basis.