ÊŞÊN ME MEZİN İN, DİVÊ SERKEFTİNA ME JÎ MEZİN BE
12 شوبات, 2023Zeynep Xoresan
Dengê qîrên me di rojeke reş a meha sibatê de, bi barana berfa sipî re, li gelî, newal, li keviyên Zagros û Torosê vedigeriyan. Ew êş di hemû kêliyên jiyanê de, xwe di bedena me de nû dikir û berê xwe, bi ruhê Tolhildanê, dida meydana cengê. Êşa wan rojan divê berê me bide mizgîniya serkeftine, an jî wê dîrok me efû neke û wê êş li ser êşên me zêde bibin. Wekî ku Rêber APO jî dibêje, êşên ku mirovan nekujin wê mirovan mezin bikin. Bi salan bû, gelek ji xew şiyar bû bû û bi hêviyên mezin berê xwe dida jiyaneke nû. Gelê Kurd gav diavêt ber bi hebûnê, rizgarî û nasnameyê û ji bo vê li benda wenda bûna hêviya ku bi hezar zor û zehmetî, bi berdêl û keda salan hatibû bidestxistin, nebû. Mîna ku dîrokê xwe dûbare dikir. Lê vê carê cûda bû. Van êşan hişyariyek ava kir ku ji derveyî serketinê tu rêyek din nîn e. Nexwe wê çawa heqê xwîna bi hezaran keç û xortên herî hêja ên canfeda, bihata dayîn. Pêwîst bû şûrê heqîqeta di destê Rojbîn, Viyan, Akif, Ayhan, Ruken û Sarayan de bihata rakirin. Ev Egîd bêyî ku li pişt xwe meyze bikin pêşde çûn û xwe tevlî vê axê kirin. Ev axa ku bi xwînê hatiye avdan. Nexwe ji ên ku dimînin re, heta dawî parastina wê, mezin kirina wê, hezkirina wê bi hemû hebûna xwe tê xwestin.
Karwanê me ê serkeftine di rê de ye, divê em bighîjin dawiya rêya edalet û heqîqetê. Wijdanê me bi dengê qehremanên Zap, Metîna û Avaşîn qîr dike û emrê serkeftinê dide me. Dilê me di kolanên Rojhilatê Kurdistan û İranê de ji bo azadiya mirovatiyê tovên vejînê diçîne. Jiber vê em dibêjin dem ew deme ku mirov destê xwe deyne ser wijdanê xwe û berê xwe bide têkoşîna bê dawî. Ev bûye dused sal, bi hemû dek û dolaban, cîhanê ji bo gelê Kurd, reş û tarî kirin. Ji bo ku me ji heqîqeta me dûr bixin, jiyan li me kirin kabûs. Lê bi kedeke destanî, bi zanisteke dîrokî, bi hêza APOYÎ, bi rêhevalên wekî Heqî, Kemal, Sara û Zîlan, li welatê dayik niştîman, li deştên Riha, dara azadî û serxwebûnê ji her demê bêhtir geş û mezin dibe. Bi fikir û zanebûna Apoyîzma Rêber APO, şerê îdeolojîk û polîtîk pêl bi pêl şax berdaye axa pîroz, warê xwedawendan. Eger em bipirsin, çima ewqas komplo li dijî gelê Kurd tên lidarxistin? Wê ev were bîra me: jiber ku gelê Kurd gelekî orjîn ê herêmê ye û çemê civakbûnê herikandiye çar aliyên cîhanê. Rêber APO di derbarê vê rastiya Kurdistanê de dibêje: “tê bîra me. Ji rojên zarokatiyê yên têne bîra min, ez her tim evîndarekî civakê bûm. Gotin di cih de be, ez nexweşê civakbûnê bûm”. Rêber APO di temenê xwe ê zaroktiyê de, li pey heqîqeta jiyanê û fêmkirina wê bû. Rêber APO ew kese, di dîroka 7000 salî de, dengê jinê bi hemû bêdengiya wê ve peyda kir û bû şahidê çîroka kesên ku di destê zalim û zordaran de dinalin. Rêber APO ew kese ku ji rastiya mirovê qenc û serketina xweşiktiyê li dijî kirêtiyê, başiyê li dijî xirabiyê, bawer kir û bû avakerê wê.
Rêber APO dibêje: “heqîqet ew rewşa rastiyê ye ku ji xewê hatiye hişyarkirin”. Komploya yekemîn a ku mohra xwe li dîrokê daye, komploya li dijî çanda jin-dayik e ku bi destê zilamê fêlbaz pêktê. Mirovê ku heta vê demê bi xweza û cewherê xwe tevdigeriya vê carê rastî sepandinê hat. Vê yekemîn car rê li ber jiyaneke bi zorî ango berovajî kirî, vekir. Jiyaneke ku hatiye ferz kirin. Heta wê demê mirovan xwe li ser mirovan, ne jî li ser tu zindiyekî din ne sepandiye. Lê ji bo ku ev pêkwere pêwîst bû ku ev weke ferz kirin neyê fêm kirin û hîs kirin û jiber vê mejiyekî ewqas kûr û fireh tê pêşxistin ku bikaribe xapandinên herî bihêz di mejî û dilên mirovan de pêşbixe. Yanî ditevizîne, piştre lêdide. Perestgehên Sumeran kirin navenda komployê, û jina ku heta wê demê pêşengê civakê bû, di bin navê perwerdeya xweşikbûn û amûrên muzîkê, kirin kole. Di şexsê jinê de, ku wekî sembol û nasnameya civakê dihat destgirtin, hemû civakê di aliyê zihnî de dagir kirin. Ên li hemberî vê serî hildan jî bûn hedefa komplogeran û şerên ewil, ne bi hedefa xwe xwedî kirinê an jî pêwîstiya civakê, bi hedefa tune kirina ên ku jiyana koletiyê qebûl nakin, hat pêşxistin. Bi van komployan, kirasê mirinê li jiyana jinê gerandin, mirovên kole û ji heqîqeta xwe dûr afirandin. Ev şêweyên komplo, ku tunekirina ji nişka de, ango veşartî dikare were pênase kirin, piştre li gel hêzên serdest bû rêbazekî herî zalimane ji bo domdariya detsthilatdariyê. Li ser vê derew, hîle, xapandin, fitne, fesadî û dizî jî zêde bû. Ev pergala baviksalarî a ku bi komployan xwe xwedî dike, hebûna civakbûne kir hedef. Civaka ku ji ehlaq pêktê û di rêgezan de zelale û hemû mirovên xwe bi van re mezin dike û xwedî dike, eger ji van were kirin, ji wan taybetmendiyan were şûştin, hertişt li ser dikare were ferz kirin. Wê demê kuştin, tecawiz, xirabî, biçûk kirin, serwerî û her cûre nêzîkatiyên der-mirovî dikarin bi cih bibin. A ku dîroka desthilatdariyê pêkaniye ev e. Wekî ku Şehîdê mezin û yek ji perwerdekarên Tevgera Azadiyê heval Qasim Engîn dibêje: em ne mecbûrin ji her kesekî re bêjin mirov. Gelo qatîl dibin mirov? Ev pirsên heyatî ne ku civak pêwîste bersiva van rast bide û li gor wê xwe ava bike. Nexwe çima gerdûnê taybetmendiyên herî xweşik ji bo mirovan bexşandiye? Wekî hîs kirin, fêm kirin, hez kirin. Kîjan ji wan mirov dike mirov, tercîh bike û jiyan bike!
Di dîroka gelê Kurd de, kesên ku tevlî vê pergala komployê bûn û bûne dijminê gelê xwe derketin. Mînaka vê Enkîdo heye. Ên wekî Harpagos şopên kûr di mejiyê Kurd de, gengaz e ku nehiştibe? Ên ku li ser vê şopa Îxanete heta îro jî nan dixwin hene, yek ji van jî malbata Barzanî KDP ye. Ew neviyên Enkîdo ne ku li pêşiya hebûna Kurdê azad astengiyekî mezin in. Piştgiriya xwe ji bo komplogeran dikin. Hêzên Komploger jî bi vê armancê êrişî Kurdê azad dikin û dixwazin yek Kurdê azad nemîne. Em di hemû berxwedanên Gelê Kurd de rastî vê îxanetê hatine. Ev îxanet jî, îxaneta li rastiya hebûn û nasnameya xwe îfade dike, jiber ku dijmin mirovekî li gor xwe, jineke li gor xwe, Kurdekî li gor xwe dixwaze.
Vê carê naşibe tu caran. Fikirekî ji pola, hêza baweriyeke sentez kirî û şervanên tolhildanê, kadroyên gûrçûpêç kirî, ji serdeman re ji aliyê Rêber APO ve hatine amade kirin. Ew şervanên Fedayî ên li ser riya rojê ne.Di destpêkê de xwestin kesayeta APOCÎ bi komployan tune bikin. Hîn di sala 1977, li ser rêhevalê Heqî Karer komplo pêşxistin. Komploya duyemîn di sala 1978 li bajarê Hîlwan li ser rêhevalê Halîl Çavgun kirin û piştî vê gelek caran bi destên xayînan xwestin tevgera APOCÎ lewaz bikin. Di salên dawiyê de bi şêwazekî vekirî li Şamê 6 gulanê, 1996, xwestin Rêber APO tune bikin. Lê komploger her car bi rûreşiya xwe re bi tenê diman.Jiber tevgera APOCÎ bi ser piyan mayîna xwe a 40 salan, ji bo gelê Kurd tevgereke vala derxistina komploya mezin îfade dike. Rêber APO bi hêzeke rêxistinkirî, hemû malên Kurdan kir dibistana azadiyê. Herçiqas êşa wê mezin be jî lê destûr neda dîroka bi êşan xwe dûbare bike.Wekî kuRêberAPO jî dibêje “li ser vê cografyayê şeveqa şaristaniyê gav avêt û jê re bû dergûş, vê carê jî şeveqa konfederalîzma demokratîk, demokrasiya rastî û radîkal gav diavêje û jê re dibe dergûş. Modernîteya demokratîk, mîna roja ku hiltê ye”.