HELWESTÊN AZADİYÊ ŞEWQ DİDIN ROJHİLATA NAVÎN

24 كانونی دووه‌م, 2023

Zeyneb Cûdî

Mizgîna têkbirina komploya navnetewî em di sedsala 21 emîn de, bi berdewamiya sekna berxwedêr a Şîrîn Elemhuliyan û Ferzad Kemangeran ji aliyê jin û ciwanên Rojhilatê Kurdistanê bi slogana “Jin, Jiyan, Azadî” ve dibînin. Çand û hunera gelên Rojhilat û Îranê ji destpêka mirovatiyê û heta niha dergûşî ji civakbûnê re kiriye û niha jî xwedî li cewherê xwe derdikeve. Hêzên bê wijdan û desthilatdar ev bûye pênc hezar sal, li hemberî heqîqeta mirovatiyê di kemînê de ye. Rûxmê hewldana pergala baviksalar a tunekirina civakê berxwedanî her dem berdewam kiriye. Di vê dîrokê de mirovên ku jiyana vê pergalê qebûl nekirine û lêgerîna jiyanekî din kirine derketine. Ew mirov dema ku biryara têkoşînê dane jiber bêrehmiya vê pergalê bi hemû hebûna xwe, bi fikir, zikir û çalakiya xwe jiyana xwe di rêya heqîqetê de dane. Ev mirov di serdeman de karîne bi birînên xwe êşên civaka xwe bikewînin. Ev jî bêguman, hêzekî mezin dixwaze. Ev hêza mezin jî zaman û mekanan derbas dike, a ku em dibînin û dibihîsin derbas dike û girêdayî enerjiya gerdûnê dibe ku tê de azadî heps nebûye. Li dijî van mirovên ku mîna vê enerjiyê nefes didin zindeweran, encax komployên ku em nikarin bînin fikrê xwe jî, werin lidarxistin. Komploya 9 meha cotmehê 1998, di şexsê Rêber APO de li hember bîrdozî, fikir û ramanên gelê Kurd mîna darbeyeke kujer bû ku dûbare tehdîta înkar û tunekirina hebûna gelê Kurd dianî ber derî.

Ev komploya li hember gelê Kurd, komploya li hember jiyana azade ku pergala 5000 salî  dijbertiya wê dike. Di wê pergalê de hebûn li gor pergalê dikare bibe hebûn. Gelê Kurd jî ji zû ve li gor wan vî şensê xwe wenda kiriye. Jiber ku em ji dîroka xwe jî dizanin ku gelê Kurd, agirê xwe netefand, lêgerîna li ronahiyê û rastiyan kêm nekir. Ji Gûtiyan li dijî Akadiyan, heta Mediyan li dijî Asuriyan, li dijî împeratoriyên ku ji xwîna mirovan têr nedibûn civaka Kurd bêrawestan şer kiriye. Di sedsala 20emîn de jî, civaka Kurd di şexsê Rêber APO de vê lêgerînê li dijî sîstema sermayedarî gihande lutkeyê. Vala vala Emêrîka ji bo Rêber APO “Selehedîn Eyubbî ê serdemê” pênase nekiriye. Civaka Kurd li Rojhilata Navîn tu car dagirkerî qebûl nekiriye û niha Rêber APO nûnertiya vê xetê dike.

Sedemek din jî ev bû ku Rêber APO ew kesayet bû ku di şexsê xwe de temsîlyeta civaka komîn û demokratik dikir. Rêber APO tu caran xiyanet li çanda dayîka xwedewand nekir û berê xwe neda xwedayên ku piştre ji bo fetih kirina zihnê mirovan hatin çêkirin. Li dijî Xwedayê serdemê ê ku daketiye û li ser erdê dimeşe: dewleta netewe, derket û nebû kese ji vê pergale. Tiştên ku pergala baviksalar ferz kir Rêber APO yek bi yek red kir û bi naskirina xwe re, îradeyekî azad diafirîne ku dikare rojane xwe nû bike. Bêdawîbûna guhertin û veguhertina mirovatî, bêdawîbûna fikrî û cewherê xweşik ê mirovbûnê dide nasîn û dihêle ku li xwe vegere.

              Rêber APO  di lêgerîna azadiyê de pûtan dişkîne, lê li şûna wan pûtên nû ava nake ku ev di dîrokê de guhertinekî giring îfade dike. Tabuyekî esasî e pergala baviksalariyê ku bi salane bi her serdemê re bi heman zihniyetê lê bi rengên cûda bi civakê didin daqurtandin koletiya jine. Di vê mijarê de jî Rêber APO hîn di zarokatiya xwe de nêzîkbûna xwe cûda ye û dibêje: “Jina azad ji bo min armanc bû. Ez dibêjim jin aşitiye, jin jiyana azad e. Azadî nebe her tişt heram e. Jina ku ji rehma zilam re bê hiştin mehkûmê windakirinê ye.” Dema em van rastiyan dixwînin û dixwazin fêm bikin, ji hemû civakê zêdetir em wekî jin li hember azadiya Rêber APO a fîzîkî xwe berpirsyar dibînin. Em ji jiyana Rêber APO fêm dikin ku di destpêkê de ew di hembêza xwedawandan de jidayik dibe û ji evîna wê a edaletê fêrî beza berbi jiyana azad dibe. Gotinekî Rêber APO heye û dibêje“Ez ji jina kole nefret dikim û bila jin netirsin. Wê kedeke mezin, serkeftineke mezin bîne­.” Rêber APO ji jina azad bawer dike û bi şev û roj ji bo şoreşa jina azad û welatê azad ked dide. Ev keda bi salan niha dibe berhem û jinên Rojhilata Navîn berê xwe didin vê felsefeyê. Ev enerjiya ku di hembêza Dayika Uveyş de destpê kir îro di meydanên Seqiz, Sine, Merîwan, heta Belûçistan û Tehranê deng dide. Bi nêrîna oryentalîst cihê dawî li dinyayê ku şoreşa jin tê de pêkwere Rojhilata Navîn e. Ji bo vê jî cîhan matmayî maye.

           24 Sal ser komploya navnetewî derbas dibe. Tevgera Azadiyê ji her demê zêdetir belav dibe. Rêber APO gotibû ku zindana Îmralî veguherandiye mekanekî azad. Lê Îmralî nabe ku bibe qîbleya me a azadiyê. Jiber ku herçiqas pîroziya qîblegehan hebe, bêdawîbûna wan tê wateya bidawîbûna wan. Di felsefeya APOCÎ de qîblegeha esasî, dil û mejiyê paqij e. Gihîştina vê jî tê wateya jiyankirina bi Rêbertî re û eger her mirovek di hewldanê rast jiyan kirinê de be, emê rojek berî rojekê bibînin ku Rêbertiya me di nav me de ye.

Most viewed
Recent updates

Kodar (Democratic and Free Society of Eastern Kurdistan) is a social confederative system based on the right of self-determination of peoples, freedom of women and environmentally friendly life. Kodar is a non-state system and organizes the societies on the socio-political, cultural and democratic basis.