
Jİ RAYA GÎŞTÎ RE
19 ئهیلول, 2020Jİ RAYA GÎŞTÎ Û RAGAHANDİNE RE
Hemleya ku Komelên Jinên Ciwan bi slogana ‘Em Dibêjin Na’ dest pêkiriye, em jî wekî Yekitiya Jinên Ciwanên Rojhilatê Kurdistan (YJCR) beşdarî vî hemle yê dibin û ‘Em jî dibêjin na’. Wek jinên ciwan cîhana ku em tê da jiyan dikin gelek tişt heye ku em jê re bibêjin na. Roja me ya îro de armancê sereke a êrîşkaran jinin. Şerê ku tên meşandin de jin taybet jî jinên ciwan di bin hedef û kurbanî. Dagirkerî, faşîzîm rê li ber qirkirina jinan vedike. Ev yek ne tenê li Kurdistanê li tevahî cîhanê jin rû bi rûyê mirin, kuştin, tacîz, tecawûzê dimînin. Êrîşên ku li ser jin pêk tên jî encamê zîhniyeta zilam salar e. Armanc jî ewe ku dewletên zilam salar yê desthilatdar û dagirker sîstemê xwe berdewam bikin û bidin mayînde kirin. Bûyerên ku li Îranê wekî kuştin, qetil kirin, zewicandinê pêşwext û tecawûz kirina jin, newekhevî û bê edaletiye pir vekirî û zelal dide nîşan dan. Ruxmî ku bûyerên wekî kuştin, qetil kirin, tacîz û tecwiz kirina jin bi destê zilaman ve têne kirin jî dewlet wan tawanan ji nedîtîve tê. Ger jin li hemberê wan kiryarên hovanê serî hilde jî wê jin wekî sûcdar be tê ditin û sezakirin. Em di vir de pir vekirî û zelal dibînin ku sîstema desthilatdar û dagirker ya îranê tenê ji bo berjewndî û desthilatdraiya zilam bi parêze heye. Li gor rejimê Îranê jî jin ji tenya ji bo xizmet kirin û tatmîn kirina zilam pêwîste. Desthilatiya rejîma Îranê bi politikayen xwe ên çewsîner dixwaze jinan bi her awayê tune bike. Ji ber vî yekê jî serî li her cure rêbazan dide daku desthilatiyê xwe serwer bike. Jinên ku tenya dixwazin bijewi jiayanê xwe bi awayekî serberz pêk binin ne çarê besici, laş firoşî û birçî bonê dikin. Bi hezaran jinên derçuyê zanko îro li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bêkarin. Gel di asta birçibûnê de ye. Zarok ji bo nanê rojê peyda bikin li ser serguyên dibin xwarinên kuçikan. Rejîme heyî ji bo berjewendiyen xwe, jin û ciwanan bi kartîne û li ser cesedên insanan ji xwera qesran çêdikin. Ji bo ku qesrê xwe ya hezar odeyê hîn zêdetir mêzin bikin, bê ku çevê xwe bigrin gendelî, dizî, talan û qirkirinan dikin. Li hember vî di nav civakê de lêgerînên heyi ji ji bo ku tune bike, kesên ku serî radike digri, işkence dike û sêdare dike. Rejîma Îranê bi awayek eşkere vî yekê ji gelên îran û rojhilatê kurdistanê re dibeje; ger tu neyî li ser rêya min tekane rêya ku li peşiya we ye ew jî mirine. Rêjim gel aniye astekî wisa ku nikaribe serê xwe rakê. Milekî de zext li ser civakê çêdike mileki din jî zexta civakê li ser jinan dide avakirin. Ji jinan re dibêjin ji mirinan mirinêk biecîbîne. jin di Îranê de her deqe li ser sindoqa hilbijartina mirinê disekine. Mafê ku dewleta desthilatdar ji bo jin diyarkiriye mirin û xwe kuştine. Eger jinek serê xwe rake û li hember dagirkeriya dewleta Îranê têbikoşe daxwazê mafê xwe yê însanî bike çi Fars, çi Kurd, çi Azer û Belûc be bê ku ferq û cewaziyek bike wê şûrê xwe yê bi xwîn derbixîne û ji bo serî tewandinê bi kar bîne. ji ber van sedeman û gelek sedemên ku armanca wan bê deng kirin, kole kirin qirkirin û tûnekirina jine em jî wekî YJCR dibêjin ‘Na ji bo tundîtijiyê, na ji bo girtin û êşkence, na bo birçî hîştin û feqîrî, na bo zayend parêzî, na bo mezhebparêzî, na bo yek rengî, na bo sêdare, na bo kuştin û qirikirinan, belê bo jiyanek azad, wekhev û demokrat.
Em li hember sistema qirkirin û tunekirina jin bê çare namînin, wekî ku Rêberê gelan Rêber APO ji me re diyar kiriye gelek altarnarîfên bê sînor ku ji bo jin careke din jiyanê bi dest bixe hene. Tercih û hilbijartina me ne mirine jiyane. Sistema desthilatdar ji bo felsefeya Rêber APO ku felsefeya jiyan û azadiyê ye lewaz bike tecridekî mutlak dide meşandin. Heta ku tecrida li ser Rêber APO berdewam be wê sîstemên desthilatdar dagirkeriya xwe bidomînin û jin û ciwanan jî ji bo xwe bikin qurban. Divê her jinek ku dixweze azad jiyan bike ji tecrîda li ser Rêber APO re bêje na, ji ber ku fikir û felsefeya jiyana azad di Îmralî de hetiye tecrîd kirin. Jinên ku rûyê wan li azadiyê ye daxwazên wan jiyanekî serberz û bi rûmet heye pêwîste li gor fikir û ramanên Rêber APO xwe rêxistin bikin û têbikoşin. Li ser vî esasî bangawaziya me ji bo hemû jinan ew ku ji bo bi dawî anîna dagirkerî, faşîzm, tecrîd û qikirinê bi rihê ciwantî serî hildin û riya jiyana azad û bi rûmet hilbijêrin ji ber vê yekê jî em dibêjin dem dema jiyana azad û gerîlayetiye.
Bijî Serok APO
Jin Jiyan Azadî
Bimre dewleta îranê ya sêdare dagirker û tecawizkar
Kordînasyona YJCR
20.09.2020