
EM Bİ RUHÊ ŞOREŞA GELAN CİVAKÊ BİRÊXİSTİN BİKİN Û KURDİSTANÊ AZAD BİKİN
16 ئاب, 2020Sêyemîn kongreya me a KODAR’ê li çiyayên azad ên Kurdistanê bi beşdariya endam û pêkhateyên sazî û komîteyan bi şiara “Em Bi Ruhê Şoreşa Gelan Civakê Birêxistin Bikin û Kurdistanê Azad Bikin” di heştê gulana 2020’an destpêkiriye û di nehê gulanê ku roja şahadeta şehidên berxedana zindanan bi awayeki serkefti bi encam buye. Bi rast hatina roja 9’ê Gulanê ku 10’min salvegera şahadeta rêheval Ferzad Kemanger, Ferhad Vekîlî, Elî Heyderiyan û Şirîn Elemhûlî ye, Kongreya me peymana bi şehîdên berxwedaniya zîndanan û şêhidên azadiyê ku di têkoşîna azadiya gelê Kurd de Şêhîd bûne di şexsê şehîd Argeş Karzan, Tolhildan Sine, Rojhat Bokan, Dilovan û Îqbal Moradî de nûkirye. Di heman demê de xebatên sê salên borî di çarçoveya tehlîl û paradigmaya Rêber Apo de hate dest girtin û li ser bingeha Modernîteya Demokratîk nîqaşên bi nirx û avaker pêşketin. Herwiha di Kongreya me de li beramberî kêmasî û nebesiyên heyî rexnedayîn hate dayîn û ji bo berfirehkirin û pêşvebirina xebatan, bername û plansaziyeke berfireh ji bo pêşerojê hate diyarkirin. Xebatên sazî, rêxistin û rêbazên kar hatin bi destgirtin; li gor wê jî ji bo ku bandora xebatê zêdetir bibe û komîte û rêxistin hîn zêde bi karîger bibin, biryara ji nû ve birêxistinkirina xebatan hate girtin. Di Kongreya me de rêheval Gulan Fehîm û Fuad Bêrîtan wek Hevserokên KODAR’ê û endamên desteya rêvebir a KODAR’ê ku bi giştî ji 18 kesan pêk tên bi dengdayina delegeyan hatin hilbijartin.
Di Kongreya me de rewşa siyasî di asta navnetewî û herêmî de bi berfirehî bû mijara nîqaşan û di vî çerçove de şert û mercên girtiyên siyasî li Rojhilatê Kurdistan û Îran’ê hatin niqaş kirin û bal hat kişandin ku çanda berxwedaniya ku li zîndanan de hatiye pêş xistin ji bo wek çeperekî têkoşînê were parastin bi berpirsyarî were tevgerandin û bi wê yekê jî siyaseta qirkirinê li beramberî civakê were têk birin. Di Kongreye me de girîngiya hevgirtinê li derdora xeleka nirx, destkeftî û danehevên civakî hate dupatkirin. Herwiha ji bo berfirehkirin û rêxistinkirina van berhemên mezin ên civakî, bal hatiye kişandin ku ji bo bîranîna rêya şehîdên parêzvanên ekolojiyê Şerîf Bacwer û rêhevalên wî û şehîdên serhildana meha Abanê wate cotmeh û mijdarê şehîdên kedkarên tendirûstiya civakê ku di têkoşîna li dijî vîrûsa korona jiyana xwe ji dest dan, berz were ragirtin.
Kongreya me bi bîrxist ku herema me di nav şert û mercên ku bûye navenda şerê cîhana sêyemîn û sîstema neo-lîberal ya cîhanî ya dagirkeriyê jiyan dike ku ev yek li herêm û cîhanê pêvajoyek nû daye destpêkirin. Rojhilata navîn bi guhertinên lez û pir-alî re rûbirû ye, şert û mercên heyî ji hêla siyasî û leşkerî pir dişibe dema şerê cîhanê yê yekemin. Ji ber ku imparatoriyên wê demê êdî nedibûn bersiva civakê û ber bi rizandinêve diçun, pergala kapitalist jî, ji bo berjewendî û çerxa xwe ya sermaye bide berdewamkirin xwe bi navê netew-dewlet wek sistemekê alternatif avakir. Lê kongreya me jî sedemên dîrokî û rojane ên ku rê li ber vê rewşa heyî vekirine, bi kûrahî lêpirsînkiriyê û daye diyarkirin ku sistema netew dewlet ê ku xwe wek alternatifek nîşan dide di rastiyê de ne alternatifeke. Li gorî vê di roja me ya îro de sistema netew dewlet, ji ber bersivnedayîna daxwaz û çareser nekirina pirsgrekên gel û xwe ferzkirina yekalî, ferdî, mêtingerî û ji bo firehkirina bazara serbest tunekirina jingehe ve yek bi yek hildiweşe. Bi vê sedemê Rojhilata Navîn ku bûye goristana projeyên netew-dewletên rojavayê, êdî van nêzîkatiyen pragmatik wek astengiyeke cidî li pêşberî xwe dibine û ji ber vê yekê li dijî vê rewşê dinav berxwedaniyê de ye. Şerên vesayet û yên yekser ku hemû hêz di nav şer de ne, windahiyeke mezin ya însanî, tunekirina avaniya heyî bi xwe re aniye. Lewra Kongreya me carek din dest nîşan kir ku, sîstema desthilatdar ya cîhanî û herêmî ku ev demeke ketiye nav krîzê, karîgeriya xwe ji dest daye û bi tu awayî ji bo gelên herêmê nabe modeleke serkeftî û çaresaz.
Tespîtên ku li Kongreya me de jî hatine kirin dide nişandan ku, hêzên herêmî û cîhanî li pey wê ne ku nerazîbûn û têkoşîna gel û civakê li gor berjewendiyên xwe bikar bînin. Hêzên desthilatdar ku xwe wek piştevan û parêzvanên civakê nîşan didin li herêmê jî bi heman armancê di bin wê siyasete de qirkirina çandî û şerê taybet didin meşandin. Hêzên heremî jî îda dikin ku li beramberi hêzên desthilatdar yên rojava hebûna siyasî û civakî ya gelan diparêzin. Lê rewşa heyî rastiye dixê beçev. Lewra di rewşa heyî de behsa projeyekê pergala netew dewletê ku ji daxwazên gel re bibe bersiv kirin badilheva ye.
Di Kongreya me de hate diyarkirin ku ev rewşa mijara gotinê ji bo rejima îranê jî derbasdar e. Rejima îranê ku ev 40 salin bi qeyran, alozî, gendali, dizî, derew û bi darê zorê dixwaze sistema xwe birêvebibe îro êdî di nava qeyrana ku bixwe avakiriye de dixeniqe. Rejîma îranê bi polîtikayên cîhekar, nîjatperest, qirker, rêgezperest ve dixwaze di nav civakê de serweriyek xwe bide avakirin. Ji ber wê yekê jî serî her cûre kiryarên faşîst dide. Nasname, bawerî, rêgez û çanda civakê yên bingehin dike mijara siyaseten xwe a cîhekar. Ev yek jî bixwe re her ku diçe qeliştokên heyî kûrtir û mezintir dike. Lewra pêdiviya guherîna rejime ji herdemê zêdetir tê dîtin.
Giredayî wê mijarê di Kongreya me de nebuyîna muxalefetekî yekdest li hember rejima faşîst a îranê jî hate dest girtin. Bi taybet jî sekna bi parçe ya hêzên muxalefetê wek hêzdayinekê ji bo rejîmê hate nirxandin û bal hat kişandin ku pêwistiya eniyekî hevbeş, yekgurtî ji herdemê zêdetir di wê demê ku bikaribe erk û berpirsiyariya avakirina sistemekê demokratîk, adilane û wekhev bigre heye.
Kongreya me li gor têgihiştina vê rastiyê û esasgirtina nêrîn û felsefeya kûr ya Rêber Apo, xeta sêyem -ango têkoşîna di nav eniyên civakê û dûr ji qutbên desthilatê- wek rêbazeke girîng ya têkoşînê hilbijratiye. Bi vê armancê jî bi pêşkêşkirina formeke nû ya rêxistinbûna civakî û çandî li ser avakirina zîhniyeta kolektif ya rojhilata navîn û esas girtina hevgirtina gelan li ser bingehê xeta berxwedaniya dîrokî di nav sîstema konfederalîzma demokratîk ya gelan, erka pêşengtiya xeta sêyem hildigire. Rêxistinbûna KODAR’ê bi vê zanist û têgihiştina siyasî û civakî ji bo çareseriya pirsgirêkên ku li ser hev kombûne yên li Rojhilatê Kurdistanê pêngav avêtiye. Kongreya me KODAR bi tehlîlkirina rewşên rojhilatê Kurdistanê û agah ji pêdivî û daxwaziyên dîrokî û nû yên ji şertûmercên nû yên civakî, siyasî û çandî çavkanî digrin, bi israr û azwerî di nav hewldan û têkoşînê de ye. Li ser vê bingehê rêxistinkirina gelê me li rojhilatê Kurdistanê pêş dixîne û hemû pêkhateyên civakî hembêz dike. Civaka demokratîk û azad a rojhilatê Kurdistanê KODAR bi têkoşîneke pir-alî û berfireh dixwaze li Rojhilatê Kurdistanê û İranê konfederalîzma Demokratîk û netewa-demokratîk bike rojeveke sereke. Bêguman modela konfederalîzma demokratîk rexmî êrîşên pir-alî ji hêla hêzên cîhanî û herêmî, karîgerî û bikêrbûna xwe di şertûmercên herî zehmet de raber kiriye û dikare bibe zemînê aştiyeke domdar dinav rojhilata ravîn, Îran û bi taybet jî li Rojhilatê Kurdistanê.
Sêyemîn Kongreya me a KODAR’ê bi tehlîla van rewşan û ji bo gihîştina bi armanc û hedefên gelê me, xalên ku li jêrê hatine diyar kirin pêşkêş dike;
1-KODAR, ji bo şikandina tecrîd û dawîkirina esareta Rêber Apo ku damezirînerê sîstema Konfederalîzma Demokratîk e, xwe berpirs dibîne û bi hemû hêza xwe ya rêxistinî û pratîkî bi vê armancê tevger dike. Di kêleka vê hewldanê jî, ji bo danasîn û rêxistinkirina ramanên Rêber Apo li Rojhilatê Kurdistan û Îranê xebatên xwe berfireh dike.
2-KODAR, bi derbaskirina sîstema netew-dewlet di asta Îran û Rojhilatê Kurdistanê ber bi alternatîfa sîstema Konfederalîzma demokratîk a gelan ve, bi domandina hewldanên beriya niha, hîn bêtir xebatên xwe di qada xwerêveberiyê û di hemû qadên xebata civakî de pêşve dibe. Xwe li beramberî rêxistinkirina hemû ferd û pêkhateyên civakê bi şêweyeke xweser ji bo parastina nirx û destkeftiyên wê berpirs dibîne. Avakirina eniya demokratîk a gelan li Îranê bi mebesta pêşvebirina têkiliyên siyasî û civakî bi gelên Beluç, Ereb, Tirkmen, Azerî û hemû netew û hêzên demokratîk, dike navenda xebata xwe.
3-KODAR, ji bo avakirina hevjiyana azad, li dijî her cure zayendperestiya civakî, kevneşopiyên paşketî û zagonên zilamsalar ku jinan îstîsmar dikin, têdikoşe. Bi vê armancê di sîstema xwerêveberiyê de tevlîbûna hevbeş û aktîf ya jinan esas digire.
4-KODAR, bi têgihiştina ku tunebûna ziman û çandê dibe sedema tunebûna gelan, ji bo avakirina zemînê pêşketin, mezinbûn û têkiliyên çandî di nav pêkhateyen Rojhilatê Kurdistan û Îranê, bi armanca pêşxistin û danûstendina çandî ya çêker û xiluqkar, hemû hewldana xwe raber dike. Lewre ji herkesê re bangewazî dike ku ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê di nav hewldanê de bin.
5-Baweriyên her civakekê stûna bingehîn a cîhana menewî ya wê civakê pêk tînin. Ji bo tendirûstiya ruhî û derûnî ya wê civakê têne parastin. Ol û baweriyên civakê tim ji hêla hêzên desthiltdar ên siyasî ve wek amûrekê ji bo meşrûkirina xwe û îstîsmarê hatine bikar anîn. KODAR li kêleka redkirina her cure zihniyetên ku ol û baweriyan wek amûr ji bo gihîştina hêz bikar tîne, li beramberî van rêderketinan têkoşîn dike û hewl dide di navbera ol û baweriyan de zemîneke goftugo û têgihiştina dualî ava bike.
6-Bi dirûşmeya ku “divê tene ciwanek ji bêyî perwerde û rêxistin nemîne” bal dikişe ser rola ciwanan di pêşengtiya têkoşîna gelan de. Rola ciwanan di pêşketin, mezinkirin û vejandina domdar ya civakê berçavtir dike, derfet û atmosfera xebata pêwîst ji bo ciwanan ji bo beşdariyeke pir-alî ava dike.
7-Rejima Îranê madeyên hişbir, fuhuş, besîckirin, bêkarî û hwd. wek amûreke şerê taybet bikar tîne. KODAR ji bo têkoşîna li beramberî vê rewşê û gihîştina bi civakeke tendirûst, bi rêxistinkirina civakê bi şêweyeke xwerêveber, pêşiya suistîmal kirina însanî digire.
8-KODAR, li beramberî siyasetên neo-lîberal li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku karesata bêkariyê bi xwe re derxistiye holê û her rojê beşeke civakê wek kolberan qurbanî dike, bi esasgirtina aboriya civakê-komunal têkoşîn dike ku qada aboriyê ji dagirkeriya desthilatê rizgar bike. Bi vê armancê bi berçavgirtina potansiyela herêmî ya Rojhilat, di avakirina aboriya civakî de israr tê kirin û ji bo rêxistinkirina wê hewl tê dayîn.
9-KODAR, bi têgihiştina karesata li ser ekolojiya Rojhilatê Kurdistan û Îranê, ji bo rêxistinkirin û pêşxistina hevgirtina di navbera civaka mirovahî û xwezayê li ser bingeha civaka ekolojîk hewl dide û bi siyasetên dij-ekolojîk ên sîstema Îranê ku tunekirina Zagros û niştecihên Zagrosê hedef dike, têdikoşe. Ji bo pêşxistin û rêxistinkirina çanda welatparêzî û pêwendiya dubare ya di navbera mirov û jeolojiyê de, herwiha hurmet ji keda şehîd û şervanên vê qadê re; 24’ê tebaxê ku salroja şehadeta Şerîf Bacwer û rêhevalên wî ne wek roja ‘Parastina Ekolojiyê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê,’ îlan dike.
10-KODAR, parastina nirxên civakî û mirovahiyê wek erka her ferdên civakê dizane û dûr ji nêrîna mîlîtarîst, di wê baweriyê de ye ku civak divê bi awayeke xweber û di çarçoveya rêxistinbûna xweser û taybet xwe li beramberî her cure êrîş û destdirêjiyan rêxistinbike û di vê derbarê de perwerdekirina civakê ji xwera esas digire.
11-KODAR, ji bo bi tevgerkirina hemû hêz û çonayetiya heyî li Rojhilatê Kurdistanê bi armanca avakirina sîstema xwerêveber, bi hemû partiyên azadîxwaz û tevgerên medenî û siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê amade ye ku hevkarî û diyalogê pêş bixîne. Ji bo vê jî her cure hewldana hevkariyê pêşwazî dike û li gor pêdiviyên vê tev digere.
KODAR, di çarçoveya avakirina civakeke demokratîk û azad, bi hêz û menewiyata ku ji vê Kongreyê hatiye bidest xistin, ji bo pêşvebirina piralî ya jiyana hevbeş ya gelan û cewaziyên Rojhilatê Kurdistanê têkoşîna xwe didomîne. Careke din bi nîzikatiyek rexnedayin ve li beramberî hemû kêmasî û nebesiyên pêşketî li pêşberî gelê xwe, emê têbikoşin ku hîn bi saxlem, çalak û bêyî lewazî di rêya pêkhatina xwerêveberiya demokratîk pêngavan pêşbixinîn. Lidarxistina serkeftî ya Kongreya xwe li Rêber Apo, şehîdên rêya azadiyê, girtiyên siyasî, malbatên hêja yên şehîdan, gelê kurdê welatparêz û hemû azadîxwaz û lêgervanên heqîqetê pîroz dikin. Herwiha ji bo înşakirina sîstema xwerêveberiya demokratik wek sîstemeke civakî û siyasî ya li gor pêdiviyên bingehîn û rojaneyî, ji hemû beş, bizav, rêxistin û sazîbûna gel, tevger û nûnerên çalak yên rêxistinbûnên mamoste, esnaf, jin, hunermend, rewşenbîr ciwan, parêzer, huqûqnas, rîsipî û bawermendên civakî, çandî, rêberên ol û mezheban, çalakên mafên mirov û hemû kesên ku di lêgera cîhaneke baş, jiyaneke tendirûst û aştîxwaz de ne, bangê têkoşînek hevpar dikin.
BİJÎ RÊBER APO!
BİJÎ YEKÎTİYA DEMOKRATÎK YA GELAN
BİJÎ WEKHEVÎ, AZADÎ Û DEMOKRASÎ
SİLAV Û RÊZÊN ŞOREŞGERÎ
17.08.2020
Komalgeyê Demokratik û Azadê Rojhilatê Kurdistan (KODAR)