Îxanet û dagirkerî tune bike û beşdar bibe

25 حوزه‌یران, 2020

                      

                               

Kordînasyona (KCR) di derbarê êrîşên ku li ser axa başûrê kurdistanê tên kirin de, daxiyaniyek dan û bang li ciwan û jinên ciwanên Rojholat kirin ku beşdarî berxwedaniyê bibin.

 

Kordînasyona komelgeya ciwanên Rojhilat (KCR) dan xuya kirin ku, êrîşên li ser axa kurdistanê pêk tên ji rêzê û cara yekem nîne, ev êrîş bi hevkariya PDK  û hinek xiyanet karan ji aliya dewleta tirk ya dagirker ve ku berdewamiya êrîşên li ser Rojavayî Kurdistanêye pêk tên û armanca van êrîşan ne tenê PKK ye armanca  êrîşan qirkirina gelê kurd û dagirkirina  tevahî Kurdistanê ye. Her wiha ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO pêk tê dan zanîn ku, çawa ku di dîrokê de kesên berxwedêr serhildêrên Kurdan kuştine dîl giritne nehîştine ku ew Serhildan bi serbikeve. Anha jî dixwazin bi tecrîda giran ya li ser Rêber APO ve gelê kurd bê deng û tune bikin. Lê gelê kurd ya ku bi fikir û felsefeya Rêbertî ve xwe bi rêxistin dikin bi pêşengtiya jin û ciwanan ve derbeyên mezin li dijmin dane û tirs xistine dilê dagirkeran û serkeftinên mezin pêk anîne.

Kordînasyonê (KCR) di berdewamiyê de bal kişand ser serhildanên ku li şaladizê li dijî dewleta tirk dikin kir û got, ev çalakiyên piştevaniyê başûrê kurdistan ku li Rojavayê Kurdistanê û Ewrûpa tên kirin rihê yekbûna netewî li hember îxaneta (QDP) û (YNK) zindî dikin.

Kordînasyona (KCR) di dawiyê de bang li ciwan û jinên ciwan  kirin û gotin, êrîşên li ser axa Başûrê Kurdistanê êrîşên li ser mahabat, sine, kirmaşan, merîwan û hemû  kurdistanê ye. Ji ber ku ev êrîş tenê bi faşîzma dewleta tirk pêk nayê ev bi hevkariya dewleta faşîst ya Îran û bi îxaneta PDK  û hevkarên wan pêk tên.  ji bo vê yekê pêwîste ciwan û jinên bi rihekî radîkal Bi slogana tevlî bibe, şer bike, Kurdistanê biparêze dijminê Kurdan û îxanetê tune bikin.

 

 

Daxuyanî wiha ye

Êrîşên herî dawî ku li Başûrê Kuedistanê pêk tên, êrîşekî ji rêzê û cara yekem nîne. Êrîşên ku li ser axa Başûrê Kurdistanê yên ku bi hevkariya PDK û xaênin kûrd’ê pêk tên ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker ve, berdewamiya êrîşên li ser Rojava ye. ji ber vê yekê êrîşên ku li ser Başûrê Kurdistanê pêk tên armanc ne tenê PKK ye armnac qirkirina gelê Kurde û dagirkirina tevahî Kurdistanê ye. Êrîşên şerê taybet yê asîmîlasyenê ku gelê Kurd her tim bi jiyan kirina çanda xwe û xwedî derketina bi dîroka xwe re ew êrîşana vala derxistine. Ji bo wê dijminên faşîst yê qirker dagirkerên li her çar parçeyên Kurdistanê, bombebran, kîmeyewî, şewitandin û HWD  êrişî jin, ciwan û gelê Kurd dike. Çawa ku di dîrokê de her tim kesên berxwedêr serhildêrên Kurdan kuştine dîl giritne nehîştine ku ew Serhildan bi serbikeve. Bi tecrîda girankirî ya ku li ser Rêber Apo didin meşandin xwestin heman tişt dîsa zindî bikin û gelê Kurd di şexsê Rêber APO de careke din bê deng bikin. Lê belê Rêber APO bi fikir û felsefeya xwe, ew êrîşana vala derxistin û gelê kurd bi pêşengtiya jin û ciwanan derbên gelek mezin li dijmin dan xofekî mezin di dilê dagirkeran dan ava kirin û gelek serkeftin bi dest xisitn. Lewma dewleta dagirker ya tirk ji hêza gelê Kurd, jin û ciwanan pir ditirse ji ber vê êrîşên xwe her tim li ser gelê Kurd, jin û ciwanan bê navber didomîne.

 

Serhildanên ku li Silêmaniyê Şêladizê li hemberî êrîşên dewleta Tirk ya dagirker û îxaneta QDP û YNK’ê pir rast û di cîh de ne. Dîsa gelek çalakiyên ku li Rojava û ewrûpa ji aliyê gelê Kurd ve pêk hatin ji bo xwedî derketina li Başûrê Kurdistanê rihê netewî yê gelê Kurd dide diyar kirin. Êrîşên ku li ser Qendîl û Şêladizê pêk hatin êrîşên li ser Mahabadin, êrîşên li ser serdeştin êrîşên li ser Merwanin. ji bo wê pêwîste Ciwan û jinên ciwanên Rojhilat bi rihê Kobanê û qendîl careke din berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê careke din berê xwe bidin qada cengê.  Li hemberî êrîşên ku li tevahî Kurdistanê pêk tên pêwîste tevahî ciwan û jinên ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ciwanên Merîwan, Sine, Mahabad, Ûrmiye, Serdeşt, Kirmanşan, Hewraman, , Ciwanro û tevahî ciwanên Rojhilatê Kurdistanê bê deng nemînin. Rihê pêvajoyê bersiva pêvajoyê çalakî dixwaze çalakiya herî mezin beşdarbûyîna nav refên berxwedanê ye, li hemberî dijminê gelê Kurd şer kirine. Bê guman ew êrîşana tenê ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker ve pêk nayên, ew êrîşana bi êrêkirina dewleta îranê ya dagirkere bi hevkariya PDK û xofiroşin kûrde. ji bo vê yekê pêwîste ciwan û jinên bi rihekî radîkal Bi slogana tevlî bibe, şer bike, Kurdistanê biparêze dijminê Kurdan û îxanetê tune bikin.

 Kordînasyonê KCR

26.6.2020

 

Postên Peywendîdar
Most viewed
Recent updates

Kodar (Democratic and Free Society of Eastern Kurdistan) is a social confederative system based on the right of self-determination of peoples, freedom of women and environmentally friendly life. Kodar is a non-state system and organizes the societies on the socio-political, cultural and democratic basis.