
ENDAMÊ FERMANDARİYA YRK: “BİLA CİWAN Bİ RİHÊ SİMKOYAN TEVLÎ ŞOREŞÊ BİBİN”
3 ئهیلول, 2019Bi boneya 8. Salvegera şehadeta fermandarê yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê Ş. Simko Serhildan, li çiyayên azadên Kurdistanê ji aliyê fermandariya YRK’ ve merasîmek hat lidarxistin.
Li çiyayên azadên Kurdistanê bi tevlîbûyîna ji fermandarên YRK Şoreş Alan, Şêro Demhat û Adar Gever û Aryen Arî, Azad Maku û bi dehan gerîlayên YRK ve bi boneya 8. Salvegera şehadeta fermandarê yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê Simko Serhildan merasîmek girseyî hat lidarxistin. Di merasîmê de fermandarê YRK Şoreş Alan xîtabê gerîlayan kir û fermandar Simko Serhildan û tevahî gerîllayên di tekoşîna azadiya Kurdistanê de şehîd bûne, bibîr anî. Şoreş Alan di berdewamiya axaftinên xwe de got ku ew wek gerîlayên YRK di şopa Ş. Sîmko Serhildan de dimeşin û tekoşînê mezin dikin.
Şoreş Alan di berdewamiya axaftinên xwe de wiha behsa kesayeta Ş. Simko kir; “Heval Simko di temenek biçûk de bi hestên welatparêzî, şoreşgerî ve beşdarî refên tekoşîna azadiya Kurdistanê bû. Bi têgihiştina xebatên tevgera Apoyî ve di demeke nêz de bû fermandarek pêşeng ê azadiya Kurdistan’ê. Şoreşê li ku derê pêwîst kir heval Simko li wê derê kar û xebat meşand, xebatên azadî û şoreşgerî birêvebir. Wek kesayetekê netewî li her cihên Kurdistanê, li Qendîl, Bradost, Dersîm, Behra Reş de bi tekoşîna kir ve bû efsaneyê gerîllayê azadiya Kurdistanê.”
Şoreş Alan di balkişand ser şerê Qendilê û got ku di pêşengtiya fermandar Simko de, şerê Qendîlê li dijî dagirkeriyê bi serkeftinê ve encam girt. “Şerê Qendîlê de li dijî dagirkeriyê bi tektîkên nû ve berxwedan hate kirin. Helwest û tekoşîna heval Simko ya di berxwedana Qendîlê de nûmûneyek bû. Berxwedana Qendîl, ne tenê li dijî sipahî dagirkeriyê İran bû. Di heman demê de berxwedana Qendîl li dijî plangerî û êrîşên sala 2011 ên li ser tevgera Apo’yî bû. Sala 2011 li Rojhilata Navîn bihara gelan destpêkiribû. Ji bo ku li Kurdistan’ê bihara Apoyî çênebe êrîşên dagirkeriyê li ser Kurdistanê zêdebibû. Li ser tevahî Kurdistanê êrîşek topyekun çêbibû. Wê demê bi daxwaza dewleta faşîst a Tirk ve, rejima dagirkeriya İran û sipayên dagirkerên wî êrîş li ser gerîllayên Qendîlê kir. Lê gerîllayên Kurdistanê bi fermandariya Heval Simko Serhildan de ji bo ku planên li ser tevgera Apoyî têk bibin bi berxwedayîneke dîrokî ve hemû êrîşên dagirkerên İranê têk birin.” Her wiha Şoreş Alan wiha behsa girîngiya pêşxistina xebatên parastina cewherî kir; “Ji bo ku gelê Kurdistanê li ser lingên xwe bisekine û li dijî dagirkeriyê tekoşîneke bi encam bide, pêwîste parastina xwe ya cewherî xurt bike. Ji bo wê jî erka herî mezin dikeve ser milê ciwanan. Pêwîste ciwan bi rihê yekîtiya netewî ve tekoşîna azadiyêde rola xwe baş bilîzin.”
Endamê fermandariya YRK Şoreş Alan, di dawîya axaftinên xwe de got ku bi sedan ciwanên Kurdistanê li ser şopa Ş. Simko Serhildan de meşiyane û tevlî nava refên gerîlla bûne. Her wiha bangawazî li tevahî ciwanên li Rojhilatê Kurdistanê kir; “ Ji bo ku şerê azadiyê bigihije serkeftinê pêwîstî bi artêşê hîn xurttirkirin heye. Ji bo ku li dijî dagirkerî, faşîzm û koletiyê, em serbikevin pêwîste ciwanên li Rojhilatê Kurdistanê bi ruh û hestên Simkoyan beşdarî refên gerîlla bibin.”