15 TEBAXÊ Lİ HEMBERÊ TUNEKİRİNA GELÊ KURD BÛ REMZÊ VEJİİNA NÛ

21 ئاب, 2019

Endama Koordînasyona KJAR ê Dîlan Cûdî, Endamê Rêveberiya KODAR’ê Medet Serhet,  Endama Fermandariya YRK Aryen Arî û Koordînasyona KCR Rohat Robar bi boneya 15 Tebaxê tevlî bernameya teybet a televizyona Aryen TV  bûn û pirsên Rojnamevan Marya Penahî bersivandin. Mêvanan destpêka axaftina xwede him 36. Salvegera 15 tebaxe him jî cejna qurbanê li Rêber Apo û tevahî gelên Kurdistanê pîroz kirin. 

Endama Koordînasyona KJAR’ê Dîlan Cûdî destpêka axaftina de di derbare salvegera 35. A 15 Tebaxê got ku,  15  Tebaxê dîroka gelê Kurd e û gelê Kurd bi 15 Tebaxê ve nasname û hebûna xwe hîn zêdetir îfade kir.  Cûdî; “ Hemleya 15 Tebaxê li  di rastî de dijî bêdengiyê hemleyek bû.   Bi vê hemleyê ve gelê Kurd li derdora 15 Tebaxê xwe kire yêk.  15 Tebaxê li hemberê tunekirina gelê Kurd  remzê vejîna nu bû.”

 Dîlan Cûdî di derbarê  rexneyên jinên feminîstên İranê yên di derbarê tevlîbûna jinên İran û Rojhilatê Kurdistanê a şoreşa Rojava bi bûn ku digotin; ‘viya hewldana milîtarîzekirina jinan e’ wiha bersivand; “Li rojavayê Kurdistanêde li dijî dijminek ku mirovatî, dîrok, nasnameyê tune dike şerkirina jina azad derkete holê.  Dagirkeriyê di şexsê jinê de xwest civakekê ji holê rake.  Lê bi beşdarbûyîna jinên her çar perçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Cîhanê tekoşîna hatî kirin de bersiva herî mezin hat dayîn.  Eger şerê çekdarî neba wê çawa li dijî DAİŞ’ê têkoşinek bihata kirin?  Eger daiş ji hêla van jinên tekoşer û wêrek ve nehatiba binxistin wê  ne tenê jinên Kurdistanê jinên Rojhilata Navîn bi xeteriya tunebuyînê ve,  firotinê ve, tacîz û tecavûzê ve rûbirû mabana.  Di heman demê de ji bo êrîşên ji aliyê dagirkeriya dewleta Tirk û dewletên din ên dagirker jî ev yek derbas dar e.  Ji bo wê jî ev nêzîkbûyîn xelet e.  Bêgûman em tekoşîna jinan a li İran û Rojhilatê Kurdistanê bi xwere nadin destpêkirin.  Beriya tekoşîna me jî tekoşînek mezin hebû. Femînîstên li İranê û Rojhilatê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê tekoşînek mezin dabûne meşandin.   Lê viya têrê nake.  Pêwîstiya xwerêxistinkirina parastina cewherî jî heye. Rêxistinkirina çekdarî di heman demê de bersiveke herî mezin ji bo  jinên ku dibêjin; ‘tevlîbûna şer milîtarîzekirina jinêye”

“Ji Bo Xwe Hêzkirinê Tevlî Gerîlla Bibin”

Dîlan Cûdî her wiha di berdewamiya axaftinên xwede got ku hemleya 15 Tebaxêve hişyarbûnek mezin di jinê de çêbû û  bingehek ji bo artêşbûyîna jin jî hat çêkirin. Dîlan Cûdî di dawiya axaftinên xwede  bangawazî li jinên İranê û Rojhilatê Kurdistanê kir ku li dijî êrîşên rejîma İranê a dagirker xwe ji hêla çekdarî, birdozî, aborî û hwd. rêxistin bikin û tevlî nava refên gerîlla bibin.  

“Besîckirin Cehşkirina Civaka  Rojhilatê Kurdistanêye”

Endamê Rêveberiya KODAR’ê Medet Serhet di derbarê pêşketinên 15 Tebaxê ku di tekoşîna azadiya Kurdistanê de çêkirî wiha vegot; “ 15 Tebax di tekoşîna Kurdistanê de dîroka şer guhert.  Ji aliyê taktîk, stratejî,  hişmendî, birdozîde destkeftiyek mezin çêkir.”

  Medet Serhet  di derheqê   politikaya dagirkeriya rejîma İranê  ya besîckirina  jin, ciwan û civakêde wiha domand; “Rejîma İran a dagirker teybet li zanîngehande di nava jin û ciwanande besîckirinê xurt dike.  Di felsefeya Xumeynîde behsa 20 milyon artêşekê dihat kirin.  Di dema Ehmedî Nejad de behsa 9 milyon besic dihate kirin.  Li ser netewperestî ango fasîzm û li ser dîngerayî şîaîzm ji bo ku civakê yêkdest bihelîne pêwîstiyê wî milîtarîzekirina gel heye. Bi vî rêkê dixwazin Kurdan perçe bikin,  bihelînin.  Ya rastî Besîc kirin cehşkirina civakê ye.  Pêwîste ku gelê me li dijî viya hişyar be.”

“Şerê Gerîlla Dewlet Binguhê Hev Xist”

Her wiha Medet Serhet di derbarê pêwîstiya artêş ava kirinê jî wiha axaft; “Xwe parastin, mafê civakan a herî xwezayiye.  Eger civak ji hêla birdozî, aborî, leşkerîde xwe neparêze şensê wê ê li ser lingan mayîn jî namîne.  Mînak eger jin xwe neparêze wê di destê zilam de wek amûrekê lê were.  Berovajiya wiya xwe neparastin tawambariya herî mezin e. Ew gotinên; ‘demê şer nema, demê parastin nema’ gotinên zihniyeta dewletêye ku bi vî awayî dixwaze gelan lewaz bike û tune bike.” Medet Serhet di dawîya axaftinên xwede wiha behsa girîngiya rola artêşa gerîlla kir; “beriya 15 Tebaxê ferasetek wisa hatibû ava kirin ku kes nikare li dijî artêşa dewleta Tirk şer bike ango derûniyek wisa li ser gelê Kurd û heremê hatibû ava kirin.  Şerê gerîlla a 15 Tebaxê viya şikand.  Gelê Kurd êdî fêr bû ku dikare leşker bikuje.  Viya girîngiya şerê gerîlla derdixe holê.  Êdî dewlet jî bi şêwazê gerîlla şer dikin.  Cihê artêşên nîzamî diyar in, eşkerene.  Lê di qûralên gerîllade veşartîbûyîn heye.  Li her derê ye lê ne li tu derêye.  Şerê gerîlla de gerîla tu carî bin nakeve.  15 Tebax dîroka Kurdistanê de jî rêbarez nû ava kir.  Gelê Kurd 40 sale bi rêbazên gerîlla ve li dijî artêşêk  bi milyonan şer kir û dewleta Tirk a dagirker binguhê hev xist.”

“Ciwan Bila Bi Rihê 15 Tebaxê Tevlî Refên Gerîlla Bibin”

 Endamê Koordînasyona KCR Rohat Ruwar jî di axaftinên xwede bang li ciwanan kir ku bi rihê 15 Tebaxê, bi rihê şoreşa Rojava tevlî têkoşîna Rojhilatê Kurdistanê bibin.  Rohat; “Pêngava 15 Tebaxê ji bo rizgariya Kurdistanê avakirina artêşa gerîlla pêk hat.  Artêş jî ji ciwanan pêk tê.  Girêdayî viya  15 Tebaxa 2006’an Komalgehê Ciwanên Rojhilatê Kurdistan KCR hat damezrandin.  Em dixwazin bi boneya 15 Tebaxa îsal jî pêngaveke nû li Rojhilatê Kurdistanê bidin destpêkirin.  Armanca me di vir de tevlîbûna ciwanan a di nava refên gerîlla xurt bikin û artêşa Rojhilatê Kurdistanê mezin bikin.”

Rûwar di berdewamiya axaftinên xwede behsa tevlîbûna ciwanên Rojhilatê Kurdistanê a nava şoreşa Rojava kir û wiha domand; “ Dema Rojava şer destpêkir ji hemû pêkhateyên İran û Rojhilatê Kurdistanê ciwanan  berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê.  Tekoşînek enternasyonalîst û netewî li rojava ava bû.  Ev bi rihê 15 Tebaxê ve girêdayiye.  Ji ber ku di nava civakê de yê ku herî zêde azadiyê dixwazin ciwanin.”

Rohat Rûwar di dawîya axaftinên xwede bang li ciwanan kir û got ku, ji bo ku ciwan li dijî polîtîkayên li ser ciwanan ên wekî besîckirinê bersiv bidin bila tevlî nava refên gerîlla bibin.  Rûwar; “ Besîckirin ne tenê saziyek ava kirin ne.  Dixwazin di nava civakê de îxanetê pêş bixînîn.  Ciwan hêza tolhildanêne. Ji ew kesên îxanetkar tol rakirin  erka ciwanan a herî mezin e.  Bangavaziya min ji bo hemû beşên ciwanan ên Rojhilatê Kurdistanê ewe ku li dijî kolekirin, binpêkirin û dagirkeriya civakê bila tevlî nava refên gerîlla bibin. ji bo ku em bikaribin dagirkeriyê ji axa xwe derxînin pêwistî bi mezin kirinê artêşbûyînê heye. ”

“Artêşa Me Gel Diparêze”

Fermandara YRK Aryen Arî di destpêka axaftinên xwede behsa rola jin a di pêngava 15’ê Tebaxê kir û wiha got; “Di hemleya 15 Tebaxê de  jin di asta manevî, siyasî, rêxistinî de roleke mezin dilîstin.  Piştî hemleya 15 Tebaxê jin bi girseyek  pir mezin ve beşdarî tevgerê bûn.  Viya ji bo tevahî jinan bû bangeke mezin.”  Aryên Arî di berdewamiya axaftinên xwede behsa girîngiya artêşê li Kurdistanê de kir û wiha domand; “Li çar parçeyên Kurdistanê bi pêngava 15’ê Tebaxêve,  artêş hatin ava kirin.  Bi taktîk û rihê ji 15 Tebaxê ve hatî girtin îro li dijî dagirkeriya li ser Kurdistanê tekoşînek mezin tê kirin. Eger artêş nebe wê demê gel mehkûmê tunebûyînê ye. Du şêwazên artêşan hene.  Artêşa ku gel diparêze artêşa ku nîzama dewletê çêdike. Artêşa dewletê tenê li ser civakê zext, şiddet, kuştin çêdike.  Civakan naparêze.  Tenê parastina berjevendiyên xwe dike.  Lê artêşa me li dijî dagirkeriya artêşên dewletê ji bo hebûn û berjevendiya gelan biparêze hatiye ava kirin.” Arî di dawiya axaftinên xwede behsa rola artêşa Rojhilatê Kurdistanê kir û wiha bangavazî li civaka Rojhilatê Kurdistanê kir; “Rejîma dagirker a İranê dixwaze gelê me bi riya aborîve lewaz bike da ku girêdayî xwe bike.  An jî gel mecbûr bike ku cehşîtî jêre bikî.  Lê pêwîste gele me neyên van lîstokên dewletê.  Îro artêşa gelê me heye û xwedî dîrokekêye.  Bi sedan şehîdên wê çêbûne.  Ev artêşe ji bo parastin û hebûna gel hatine ava kirin.  Ji bo wê jî pêwîste gelê me xwedî li artêşa xwe derbikeve û  ji bo ku hîn xurt û mezin bike tevlî nava refên gerîlla bibe.”   

 

 

 

 

Most viewed
Recent updates

Kodar (Democratic and Free Society of Eastern Kurdistan) is a social confederative system based on the right of self-determination of peoples, freedom of women and environmentally friendly life. Kodar is a non-state system and organizes the societies on the socio-political, cultural and democratic basis.