Medet Serhed endamê desteya rêveberîya civaka demokratîk û azadê rojhilatê kurdistan,KODAR di bernama vê heftê a HÊLÎ3 got: yekîtî û hevdengî yê sîstema vilayetê feqîh hilweşîne û bawerî bi hêza xwe dikare li rojhilatê kurdistanê jî weke rojavayê kurdistanê şoreşekê ava bike.
Di bernama vê heftê a HÊLÎ3 a aryen tv,Medet Serhed endamê desteya rêveberîya KODARê rewşa sîyasî û leşkerî di îranê taybet armancê kongira navdarên kurd yê bajarê sine nirxand.
Serhed di derbarê sîyasetê îran û dewletê herêmê li rojhilatê kurdistanê wiha got: kurdistan welatek jeostratejîk û jeopolîtîke ê û her hêzek ji bo mudahile ser îranê hewil dide kurdistanê hilbijêre. Rejîma dagirkera îranê tedbîrê xwe ji bo her îhtimala guhertin û mudahilê, li kurdistanê girtî. Her wiha rejîma îranê ji bo meşandina sîyaset û vekirina derîyê bazirganî bi dewletên dunyayê re divê ji kurdistanê derbas be. Liv û tevgera leşkerî û pevçûnên dawî li rojhilatê kurdistanê vê rastyê piştrast dike. Ev bûyerana asta zilm û dagirkerya rejîma îranê dide nîşandan.
Serhed di berdewama nirxandinê xwe destnîşan kir ku îdeolojîya rejîma dagirker a îranê têk çûye û niha hemû cîyawazîyê olî û çandî li îranê daxwaza mafê xwe dikin ji ber divê rejîma îranê di îdeolojîya xwe de guhertinê esasî çeke.
Wê di derbarê hevdîtinê dîplomatîk ê hinek hizbê rojhilatê kurdistanê bi rejîma îranê re got: her partî û rêxistinek dikare têkîlyê wê yê dîploêatîk ê berfireh hebe, KODAR jî di çarçova sîyasetek demokratîk derîyê xwe yê dîplomatîk li ser esasê çareser kirina mesela kurd vekirîye. Her çend ev nûçên ku di vî warê belav bûne ne zelalin. Ya rast eve ku mirov li dîrokê ders bigire. Di vê pêvajoya hesas a dîrokî yekîtî di navbera kurda û ava kirina enîyek yekgirtî ji bo kurdistanek azad girînge.
Endamê desteya rêveber a KODARê li bara kongra navdarên kurd li bajarê sine wiha got: ev kongre di pêvajoyek de pêk tên ku her roj pêşengên gelê kurd canê xwe fîda dikin. Divê Simkoyê Şikak, doktor Qasimlû û Şerefkendî û hemû şehîdên tevgera azadîya gelê kurd ku rojên derbas bûyî li Ûrmîye, makû û Merîvan şehîd bûne bîr nekin. Dagirkerên kurdistanê îro bi şerê nerm dixwaze sîyasetê xwe pêşde bibe.
Serhed di dawî de destnîşan kir ku bawerî bi hêza xwe ê biratîya di navbera cîyawazîyên mezhebî, çandî û etnîkî û her wiha yekîtîya jinan û pêşengîya ciwanan di vê pêvajoyê de ji bo rakirina hemû astengî li hemberî demokratîzasyonê xwedî rolek girînge. yekîtî û hevdengî yê sîstema vilayetê feqîh hilweşîne û bawerî bi hêza xwe dikare li rojhilatê kurdistanê jî weke rojavayê kurdistanê şoreşekê ava bike. Em weke tevgera azadîya gelê kurd her tim û di her şert û mercê de pîştî gelê xwene.