JI BO RAYA GİŞTÎ

23 ئایار, 2019

                          

    Di tekoşîna me ya ku bi salane li hember dijmin û dagirkeran didin meşandin, heya roja îro bi hezaran hevalên me şehîd ketine.

Di nav van şehîdanên nemir de bi sedan hevalên me heye ku  ji ber şert û mercên giran ên tekoşînê û xwezaya zehnetê Kurdistan şehîd ketine. Hin ji wan ji ber qeza, hin ji ber serma û berfê, hin ji ber av u herikandina çemê dijwar ya Kurdistanê şehîd ketine.

  Di dîroka 24 ê nîsan a 2019 de, dema komêk hevalê me diçûn ser erk u gireva xwe, dema heval dixwazin ava li ser rê ya xwe derbas bikin, rêheval Derwîş Tolhildan li ber avê diçe û di encam de, rêheval Derwîş Tolhildan şehîd dikeve.

   Rêheval Derwîş Tolhildan(Yasir Emîrî) di dîroka 30.05.1376 (21.8.1997) li leylax ji dayîk dibe. Di nav malbatek cotkar de mezin dibe.bi xwe jî di aliyekî de cotkariyê dikir û di aliyê din de jî zaningehê dixwend. Di sala 2018 de tevgera Apoyî ya Rojhilatê Kurdistanê nas dike. Bi naskirina tevgera Apoyî, heval Derwîş Serok Apo nas dike.bi vê naskirinê ji hêviya xwe bi gihandina azadiyê dubare di kesayeta xwe de şîn dike. Ji ber vê yekê jî di demek kurt de parêznameyên serok Apo dixwîne û bi xwendina her pirtûkeke serok Apo, armanca xwe, bi armanca serok Apo re dike yek û biryara tekoşîna azadiyê dide. Her wiha weke kû xeyalên xwe yên windakirî, di fikrê Serok Apo de dibîne keyfxweş dibe, bi hêvî, coş, moral û bi biryar dest bi xebat dike. Di demek kurt de jî derdora xwe bandor dike û di xebata xwe de encamên girîng bi dest dixe.

     Rêheval Derwêş di 20.07.1397 (12.10.2018) biryara gerîlabuyînê dide û tevlî nav refên gerîlla dibe.  Heval Derwîş bi gerillabûyînê û perwerdeya kû di mekteba APOyi de dît xwe baştir naskir, dijminê xwe baştir nas kir û ji buna rizgarî û azadiya Kurdistan ê, di pêşengtiya ciwanan de avakirina civakek demokratîk ji xwe re kir armanca sereke ya jiyanê. ji ber vê yekê jî bê navber xwe perwerde dikir û ji bo tolhildana hemû qirkirinê kû li hember gelê Kurd, gelê bindest, jin û ciwanan hatiye kirin, xwe amade dikir.

      Rêheval Derwîş di nav refên gerîlla de her roj zêdetir pê dihesiya kû çewa dagirkerî û metîngeriya îranê ciwantiya wî jê dizîye,welatê wî hatiye dagirkirin û çanda civaka wî hatiye qirkirin. li hember vê yekê jî berdewam bi naskirina hêza xwe ya ciwantî , bi naskirina rastiya serok Apo  dibu xwedî hêrsek mezin. Di heman demê de berdewam bi xewin û xeyalê tekoşan ji bo rizagarîya kurdistanê û civaka bindest jiyan dikir. Vê yekê ew dixist nav kelecanê û berdewam li benda kêliya kû tola xwe ji dagirkeran, faşistan, zihniyeta desthilatdar, zilamsalar û pîrsalar bigre.

   Ruxmî wî ya kû demek pir dirêj nebû kû heval Derwêş tevlî nav refên gerîlla bibû, lê belê di demek pir kûrt de xwe ji bo erka pêşengtiyê amade kir bu. Amade bû kû berpirsiyartiya tekoşîn ku bi pêşengtiya ciwanên Apoyî tê meşandin bigire ser milê xwe. Lê mixabin di bûyereke nexwazraw de, şehîd ket. Ev şêwazê şahadetê her çiqas ji bo me, gelê me û malbata heval Derwîş jî giran be, lê lazime weke tevgera Apoyî rast nêzî şahadeta heval Derwîş bibîn.

       Heval Derwîş di roja kû tevgera Apoyî naskir û şun de, di demek kurt de biryarên dîrokî da û xwe ji bo tekoşînê amade kir. Lê belê di demek kûrt de jî şehît ket. Her çiqas ev şahadet di bûyerek nexwazraw de û zû pêk hati be jî, Heval Derwîş bi sekna xwe, biryara xwe, baweriya xwe, xwesteka xwe ya tekoşînê, girêdayîna bi Serok Apo re û bi hestên xwe yên tolhildan li dijmin, ji bo me bû minak û pêşeng.

        Weke tevgera ciwanan a Rojhelatê Kurdistan, çawa ku heya roja îro em bi rêbertiya Serok Apo û şehîdan meşiyane, ji niha û şûnde jî emê Serok Apo û şehîdan ji xwe re bikin mamoste û rêber. Bi vê rastiyê ve girêdayî em soza xwe ya girêdayîna bi şehîdan re dubare dikin û soz didin kû emê girêdayîna heval Derwîş ya bi Serok Apo re, girêdayî buna wî ya bi partiyê re, fedakartî, bawerî û biryardariya wî ji xwe re bixin ferman û di bin fermandariya wan rastiyan de tekoşînê bimeşînin û xeyalên Heval Derwîş pêk bînin.

      Li ser vî esasî di serî de ji malbata Ş. Derwîş Tolhildan û gelê me yê welatparêz re sersaxî dixwazin, soza xwe ya girêdayîna bi şehîdan re dubare dikin.

     Her wiha ji ber kû me ev şahadet dereng îlan kiriye, di serî de ji malbatê û gelê me yê welatparêz lêbûrina xwe dixwazin.

      Sedema direng eşkere kirina şahadeta Rêheval Derwîş Tolhildan, ji ber şert û mercên ne guncav bû.

                                                                                                                    23/05/2019

 

 KORDÎNASYONA KOMALGEHA CİWANAN A ROJHELATÊ KURDİSTAN (KCR)

 

 

Postên Peywendîdar
Most viewed
Recent updates

Kodar (Democratic and Free Society of Eastern Kurdistan) is a social confederative system based on the right of self-determination of peoples, freedom of women and environmentally friendly life. Kodar is a non-state system and organizes the societies on the socio-political, cultural and democratic basis.