ÇARENÛSA ME WISA YE!

16 شوبات, 2017

Çarenûsa gelê Kurd çi ye! Ev bedbextî, hejar û feqîrî çi ye… ma gelo însanekî/e çima mijar dema dibe Kurd cilê xwe yê belengaz li xwe dike, di rastî de wisa jiyan dike an na vê nizanim, gelo dema hîs dike ku ew jî Kurd e rastiya xwe dibîne…? ez vê nizanim lê helbet hîs û nêrîneke min heye. Nasnameya Rojhilata Navîn divê em baş bizanin, Selahadîn Eyûbê ku Qudsê ji destê xeçperestan girt, me xwe xapand, îmamê Xazalî yê ku seata mirovahiyê ya ku bi zanist û rastiyê kar dikir, gunehbar kir, me xwe dîsa xapand. Me ji xwe re cilê reş kir sembol, jinê tê de veşart, îxanet li dîroka xwe kir. Îro kapîtalîzm rengareng e, herkes ji xwe re rengekê hildibijêre lê rengê Kurdan dîsa reş û spî ye. Em dîsa xwe dixapînin cilê me rengek û rengek e.

   Çarenûsa me wisa ye, hevokeke çi qas jidil tê gotin, ji kûr ve û bi êş, dibe ku çanda me ya herî dewlemend dengbêjî li ser me bandor kiribe? Weke navê xwedê, weke sonda îmanê weke mecbûriyetekê… dehan salan e, ev klam weke moriyên tizbiyê peyder pey tê veguhestin. Xweşî nabin çarenûs dibin lutfa xwedê, dibin xelatê xwedê. Kurdê bi îman, çarenûsa wê/î ya li axiretê helbet wê bibe cennet.

   Çarenûsa me wisa ye ku rengê me yê reş û spî va du sed sal e sor diherike, ji xwe re Dîcle û Feratê kiriye çav û digirî, ma ev ax wê hesabê nexwaze! ma wê kulîlkan nebişkivîne? Wê nebêje ka keska sor a min? Rastiya me îro ne çîrok e, ne jî stranek e ku dengbêjan distrên. Ma heta kengî em ê weke lîstikvaneke ji rêzê xizmetê kujerê xwe bikin, wî kêfxweş bikin û vê lîstika “çarenûsa me wisa ye” bilîzin? Te got tu Fars î, min got belê; te got tu Arab î, min got eywa; te got tu Turk î, min got evet; te got tu bira tu xwişk tu nizanim çi, min got erê, te got tu kuştinê heq kiriye min got belê, lê niha dibêjî bêje ez nîn im, ez çawa bêjim belê? Dîsa kuştin, dîsa xwîn, dîsa çîroka xwişk û bira? Ma çarenûsa me wisa be?

   Divê em şiyar bin û bêjin tolhildan! Tolhildan ji bo her kêliyekê Rêber Apo li îmraliyê ye tolhildan ji bo her kêliyekê Rêber Apo li gel me nîn e! Tolhildan ji ew zihniyeta komploger re!                                                                                                                                                                 

 

Postên Peywendîdar
Most viewed
Recent updates

Kodar (Democratic and Free Society of Eastern Kurdistan) is a social confederative system based on the right of self-determination of peoples, freedom of women and environmentally friendly life. Kodar is a non-state system and organizes the societies on the socio-political, cultural and democratic basis.