Li dar ketina ‘Kongreya netewî a Kurd’ di wî qonaxê de pêdiviyeke dîrokiye? Çima rev ji pêk hatina wê rastiyê şaştiyeke dîrokiye?
Kurdistan bi giştî di yek ji çarenûsîtrîn serdemên xwe de derbas dibe. hem firsendan û hem jî gef û hereşeyên kû rûbirûyê Kurdan li her çar beşên Kurdistanê dibin, bê hemta ne.
Di Suryayê de modela xwe rêveberiya demokratîk, yê kû xala bi hev gîştina li rojhilata nawînê ye, xwe îsbat dikin. hewl dan ji bo saz kirina federasiyona Rojava û bakûrê Sûrya, derketineke dîrokî û deskefteke demokratîk a mezin ji bo hemû Kurdan û gelên azadîxwaz ên dine. lêbelê ev deskeft bi metirsiyên mezin ve jî rûbirû ye. dewletên nedemokratîkên herêmê bi tu awayî napejirînin kû ezmûneke serketî û demokratîk di herêmê de pêk were. Ji bo derbe lê dan û ji nav ra kirina wan ezmûnan her karek kû ji destê wan be dikin. ji bo mînak li ber çav negirtina nakokiyên xwe yên stratejîk û saz kirina hevpeymaniyan herêmî li dijî Kurdan.
Li Turkiya, AKP şereke krêd û piralî li dijî Kurdan bi rêve dibin. Erdogan û dewletê wî dixwazin hemû potansiyêlên siyasî, huqûqî û civakî û herwisa parastina gelê Kurd tune bikin û bi tevahî ji nav ra kin. Di wê rêkê de ew karîne tev nakokiyên xwe bi hereketê faşîstî a MHP re li ber çavan negre û li dijî gelê Kurd li hev bikin.
Li başûrê Kurdistan û İraqê qeyranên siyasî, abûrî û ji hev dûr ketina tevgerên siyasî ji hevdu û ji civakê jî, çarenûsa gelê kûrd rûbirûya gef û tehdîdên ciddiî kirye. rewşa ewlekarî yê di İraqê de û nakokiyên bexdad û hewlêrê jî rewş hîn girantir û aloztir dike.
Di rojhilata Kurdistanê de, partî û komên siyasî, di nava nakokiyên kûr a siyasiyê de ne û ev yekê jî dînamîsma tekoşîn a gelê Kurd lawaz dike hîn zêdetir rê ji Komara îslamî a İranê re ve dike kû li dijî civaka Kurdistanê zext û derbên giran pêş bixe. Gelê rojhilata Kurdistanê tiya azadiyêne û xwazyara li hev nêz bûna tevahî aliyane.
Di rewşeke welê de li dar ketina ‘Kongreya netewî a Kurd’ gaveke girînge di rêka wala derxistina tehdîdan û lawaz kirina hevpeymaniyên dijê Kurd a di herêmê de ye. li dar ketina ‘Kongreya netewî a Kurd’ di rewşeke wisa hestiyar de gaveke ber bi pêk hatina ‘buhara Kurdî’ li rojhilata nawînê ye. ev yekê jÎ tevî kû bi qazanca hemû gelên Kurdistanê ye, dikeve berjewendiya demokratîzasiyona giştî rojhilata nawînê. ji ber kû lawaz ketina Kurdan di herêmê de, ji aliyek tê wata bihêz bûna dewletên dagirker û ji aliyek din ve jî mezin bûna hereketên tundro û îfratî.
Partî û tevgerên siyasî li tevahî Kurdistanê û nexasim di rojhilata Kurdistanê de, pêwîste hîn bêtir xwe berpirsyar bibînin û bêyî çi huncet û behaneyan li dar ketina ‘Kongreya netewî a Kurd’ pêşwazî bikin. Hizr û raman a siyasî û hestyar bûna demê heyî, teqez dike kû bi pêdagirî û netirsane pêwîstiya li hev nêz bûna tevahî cihêwaziyên siyasî yên li rojhilata Kurdistan û tevahî Kurdistanê îsrar were kirin.
Her di wê rêka em weke Komelgeha demokratîk û azad a rojhilata Kurdistanê, Kodar, bangewaziya KCK di derbareya li dar ketina ‘Kongreya netewî a Kurd’ erê dikin û di heman demê de ji tevahî partî û tevgerên rojhilata Kurdistanê daxwaz dikin kû nakokiyên siyasî negrin ber çavan; ji bo danustan û li hev hatin bi hevre û bi partiyên din yên Kurdistaniyê re gaveke kiryarî bawêjin. li dar ketina ‘Kongreya netewî a Kurd’ tevî kû bawerî û enerjî dide gelê rojhilata Kurdistanê, dikare xwîneke nû jî bide demarên tekoşînên mafxwazî û li rojhilata Kurdistanê. ev yekê jî her ew tişte kû gelê Kurd ji me dixwaze.
Kodar di wê çarçoveyê de bi pê dagirî amade bûne xwe radigehîne û amadeye kû erkên xwe bi cih bîne; ji ber kû kêmkarî û huncet anîn di wê rêkê de dikeve berjewendiya yên kû yêk bûna Kurdan naxwazin û armanca wan lawaz bûn û tune bûna Kurdan û deskeftên wane. Bê guman partiyên rojhilata Kurdistanê jî dive kû gihîşti bin wê astê ji zana bûna siyasî Kû bikaribin di derbareya firsend û tehdîdên hevbeş de di bin sîvana ‘Kongreya netewî a Kurd’ de behs û guftugû bikin.