Rêportajêk li gel Heval Fuad Bêrîtan Havseroka KODARê

16 تشرینی دووه‌م, 2016

1.       Her wekî kû tê zanîn çend rojan berî niha li Qendîlê, duyemîn kongreya ‘Kodar’ li dar ket. Weke pirsa yekemîn li gorê kongra yekem çi guhertin dihat dîtin?

Di rastiyê de em dikarin ji du aliyan ve wî pirsê bibersivînin. Yekem wê kû ev paradîgma kû Kodar li Îran û rojhilat a kurdistanê li ser hate awa kirin, bi rengeke diyar di rojawayê Kurdistan û Sûryayê de, jêhatî bûn û hêza xwe ji bo çareser kirina mijarên siyasî û civakî da diyar kirin. Bi awayeke çalak navê xwe xist rîza yekem ji yên kû xudan formîleke taybetin ji çareseriya qeyranên siyasî, huqûqî û civakî a civakê re.
ev ezmûn xala lihevhatinaeke giring bû ji bo paradîgmayek kû Kodar jî beşek ji wê ye. Ji lewre ezmûna serketî a rojavayê Kurdistanê da nîşan da kû ji bo mewzûbehsek kû Kodar pêşengiya wê dike xala hevbeş a rastewxwe di herêmê de pirin.ew rewş û ev ezmûna demokratîk, giraniya mewzûbehs û paradîgmayî a Kodarê berfireh dike. Wê demê zemîna çalakî û bîrdozî ji bo Kodar heya astek zêde tir bû. Bi wî mijarê re rewşa siyasî li nawxwe ya Îranê û herwisa li herême wê bê guhertin. Tevahî wan guhertinan li ser faktorên siyasî a di Kurdistan û Îranê de bi bandor bûye. Di kongra duhemîn de, hemû wan mijaran mîna derfet û metirsiyên qonaxê hat dest girtin û li ser gift û go hat kirin. Bi giştî Kodar di rêka gihîştin bi armancên xwe û liser hîma ezmûnên kû di du salên bihûrî de dest xist, gavek ber bi pêş çû û xwe ji bo werzeke nû ji tekoşînên demokratîk û piralî di rêka pêk hatina modela konfederalîsma demokratîk amade dike.

 

2.       Gelo di seknê we li hember komara îslamiya Îranê de çi guhetinan çê bûye anjî li ser seknê xwe pêdagirî dikin?

Prensîba bingehîn a Kodar li hember komara îslamî bi wî rengê ye:
eger komara îslamî mafê ‘xwerewêberî’ bi fermî nas bike û amade be kû zagonê xwe ya bingehî biguhere,Kodar jî ji wê yekê re hazire kû pê re danûstan bike. Eger newisa be jî Kodar hewl dide modela konfederalisma demokratîk bi awayeke yek alî bi rêxistin bike. Ji lewre danustan a Kodar bi komara îslamî re grê dayê helsukewta komara îslamî li hember pirsa kurd û asta pejirandina mafê xwe reweberî a demokratîk û mafên bingehî a gelê Kurde. Kodar pergaleke demokratîke kû modela dewlet-netew esas nagre û di pêşniyaza civakê de dixebite. Rêxistin kirina civakê li ser esasê berfireh kirina demokrasî û pêk hatina konfederalîsma demokratîk hîm digre. Eger komara îslamî bikaribe hezim bike, wê demê danustanan pêkane; lê eger ne welê be û komara Îslamî a Îranê ev modela demokratîk weke tehdîd bibîne û bi feraseteke emniyetî lê bnêre, wê rewşek cihêwaz rû bide. Rewşek wisa kû Kodar navda li hember her cûre zext û gefek, li ber xwe dide û parastina rewa esas digre. Kodar hêzeke wisaye kû li aliyên zihnî û kiryariyê ve ji her dû rewşan re amadeye. Herçend kû çareseriya pirsgirika Kurd bi awayeke demokratîk tercîha Kodarê ye.

3.       We di kongra xwe de ragihand kû di egera pêk hatina guhertinan di helsukewtên Îran de, dikarin kû bi wan re rûnên. Tê znîn kû heya niha komara îslamî a Îran hîç yek ji partî û tevgerên siyasî bi awayeke fermî mîna êpozîsyon pesend nake. Bi nêrîna we gelo potansiyeleke wisa di komara îslamî de heye kû bi rengeke demokratîk û bi rêk diyalog ve pirsên hundurîn û pirsa Kurd çareser bike?

Demokratîzasyon a Îranê , çareseriya siyasî a pirsa Kurd û herwisa bi fermî nas kirin mafê xwe reweberiya demokratîk a gelê Kurd, hevsengiya siasî û herêmî a Îranê zêde tir dike. Berowajiya wîjî derbasdare. Bê çareser berdana pirsê kurd û her wisa rev ji rûbirû bûna rast û bşngehîn a bi wê mijarê re, tim hukûmeta Îranê dixe ber metirsyan. Ev mijar xala zeîfa a komara îslamî a Îranê ye. Dema kû Îran bi dijmina xwe ya îdolojîka xwe ra hevdîtinan dike, çima nikare bi hêzên demokratîk û civakî yên li Kurdistan û Îranê re rûnê. Rastî ewe kû weguhertinên herêmê ber bi aliyek dimeşe kû neberçav girtina vebÛna demokratîk di Îranê de ne gengaze Ji ber kû eger ne welê be pêlên qeyranên kû heya niha piranî li derveya sinûrên îranênê ne derbasî hundura îranê bibe. Dewleta Îranê bêykû  nêrîn a xwe di derbara hevsengiyên siyasî û herêmî yên Kurdan nede guhertin, wê rûbirûya qeyraneke ciddî û kûr were.li rojavayê Kurdşstan û bakûra Sûrya li ser awa kirina pergala federatîv nîqaş hene.mijarek kû hatiye teqez kirin. . Rewşa Tirkiye li ber çavane. Hukmetek kû ji çareseriya demokratîk direve û di rastî de welat ber bi heldêrê ve dibe.ew rastiyeke: dostaniya stratejîk yê bi Kurdan re û pejirandina mafê xwe rêweberiya wan zemînan çê dike û enerjî dide. Berowajî wê yekêjî wata dijminî bi Kurdan re û  mikûr nehatin li mafê wan wedşgere xala here lawaz yên hukmetan û wana ber bi qeyranê ve dibe. Zêde bÛna hêza siyasî û tekoşînên Kurdan wê yekê hîn bêtir dide ferz kirin.                                                    

 

4.       Hûn dibêjin Kodar pergaleke sêvane û dikare hemû partî û tevgerên siyasî  navxwe de bi cih bike. Ji aliyek din ve jî we gotiye kû dikarin bi prtiyên siyasî yên Kurd di rojhilata Kurdistanê de di nava danûstanan de hebin.wer dixuye kû niyet û armancên we li dar xistina hevgirtinek ji bo tekoşîneke bi bandor li hember komara îslamî be. Hûn di wê bawerê dene kû partiyên din wê mijarê erê bikin?
Çê bûna eniyeke demokratîk a ber fireh li rojhilata Kurdistan û Îranê pêwîstiyeke dîrokiye. Parçe bûn û belav bûna hêzên civakî û siyasî yên kû ava bûna civakêke azad û demokratîk dike armanca xwe ya sereke, gef û tehdîdeke ciddiye ji demokratîzasiyona Îranê re. Tevahî nawendan, saziyan, grûpan û partiyên kû xwedan ferasete demokratîkin, pêwîste hêza xwe ya tekoşînê ji pertewaze bûna heyî ber bi hevgirtineke zêde tir bibin. Civakek kû hêzên wê a demokratîk  û guhertinxwaz ne amadene kû bi hev re rûnin û tekoşîneke hevbeş bidin meşandin, di bin metirsiyan deye. Em weke pergala Kodarê, tevîkû bi hemû hêzên xwe ve hewl didin rexistin û zemînan di rojhilata Kurdistanû Îranê de ava bikin, di wê rêkê de ji hêzên xwe ya fikrî û rêxistinî bi bawerin û di heman demê de amadene  bi her tevgerek re danûstan bikin. Ser partiyên rojhilata Kurdistanê re jî, bi nêrîna me danustan û hevgirtineke bêtir di nav bera me û tevgerên azadîxwaz û demokrat a di Azerbaycan de, hêzên guhetinxwaz a Ereb, Belûç, Torkman û herwisa hêzên din a Îranê weke pêwîstiyeke dîrokî û armanceke stratejîke. Di wê rêkê de em weke Kodar amadene berpirsyariyên xwe ra kin.

5.       Niha li rojavayê Kurdistan û bakûrê Sûrya çê bûna federasyona rojava û bakûrê sûrya mijara behse. Di heman demê de hêzên sûrya demokratîk pêngava azadkirina Reqayê dest pê kirine. Elaqa we wkw Kodar bi rojavaya Kurdistan û modelek kû li wê derê heye çiye?
Modelek kû niha li rojavayê Kurdistanê de heye, di rastî de diyardeyeke kiryarî a ew modele kû em ji bo rojhilata Kurdistanê dixwazin. Li wê derê çi derbas dibe? Xwe rêweberiya demokratîk di rojavayê Kurdistanê de tevahî aliyên siyasî, etnîk û oliyên cihêwaz bi awayek fermî nas dike û wana dixe nava rêweberiya siyasî de. Wekheviya jin û mêr di hemû astên civakî, siyasî, rêweberî û leşkerî de hatiye ava kirin. Hevpeyman civakî a rojavayê Kurdistanê, hevpeyvîna herî pêşketî a di rojhilata nawînê de ye û di heman demê de mekanîsmaên bi kiryarî kirin û çavdêriya li ser wan jî hatiye ava kirin. Paradîgma demokratîk li rojavayê Kurdistanê di demek de kû dikare hebûna xwe û hebûna yên dinê jî biparêze û mînaka wê a berbiçav jî Kobaniye, di heman demê de xwedan hêzeke mezine ji bo rêweberiya cihêwaziyên civakî û siyasî. Modelek welêye kû neketiye bin bandora şerên mezhebî ûregezî û etnîkî û weke derfet li cihêwaziyan dinêre ne weke tehdîd. Em weke Kodar ji aliya fikrî, ferasetî û paradymîk ve hêzên pêş xistin a wê rewşê di Îran û rojhilatê Kurdistanê ne. Ev jî tevî li berçav girtina taybetmendiyan û hel û mercên siyasî, civakî û dîrokî a taybet ji bo rojhilata Kurdistanê. Pêşdeçûnên kû rojavayê Kurdistanê ceribandiye, potansiyeleke  ji bo tekoşînên me ya fikrî û siyasi di Îran û rojhilata Kurdistanê de. Kodar li ser wê bawerê ye kû hukmeta Îranê pêwîste guhertinan û weguhertinan rast binirxîne û zemîna proseya çareserî a di Îranê de dest pê bike.çareser nekirina pirsa Kurd tenê serfa enerjiyan zêde tir dike û dema wê paş de dixe. Edî Kurdan ektoreke girîngin di herêmê de û bêyî li berçav girtina daxwaziyên wan ên demokrat û mrovî, çi projeyek li rojhilata nawînê de pêşnakeve.

6.       Di çend rojên bihûrî de gelê rojhilat hewldan kû ji bo piştgirya li HDP hên çalakiyan bikin; di çend bajaran weke Kirmaşan, Tehran û … piştgirên HDP der ketne soqaqan lê di pirêk bajaran de hêzên ewlekariya rejîm li hember wê yekê bûn asteng. Wê helsukewt a dewleta îranê çawa dinirxînin?
Pêwîste berpirsên îranê wê pirsê bibersivînin. Çima îtraz û nîşan dana nerazî bÛn li dijî dewleta dagirker a Turkiye weke tehdîd ji bo Îran tê dîtin? Çê kirina astengan lihember çalakiyên nerazî bûn a medenî yên Kurdan û wijdanên şiyar a mirovan, naye qebûl kirin û mehkûme. Ji aliyê siyasî ve dewletên Îran û Turkiya du ser ji bereyên muxalifin û hev du pasıv dikin. Mînaka wê jî kiryarên wa li s-Surya û Iraqêne.pêwîste dewleta Îranê dev jî mentiqa kevn a ‘ mijara Kurd tehdîd hevbeş a Îran û Turkiye ye’ ber de. Dijminî bi Kurdan re û tehdîd dîtina wana, ne tenê deskeftek bi xwe re nayîne,hêzeke giran jî xesar dike. Nezîk bûna Tukiya a faşîstî li hember Kurdan, wê welatê ber bi heldêrê dibe. Dewleta turkiya bi nêzîkatiya xwe ya dijminkarane  li hember Kurdan, di rastî de xwe ber bi mirinê ve dibe. Her cure karek kû piştgşrî bide hukmetek welê fasîd, ji bo dewleta Îranê jî bê deskeft dibe.dewleta Îranê jî pêwîste wê peyamê nede kû di dijminî bi Kurdan re biTurkiyeyê re hevpar û hevbîre. Nêzîkatiyeke emniyetî li hember dijberên dewleta Turkiya di Îranê de, nîşan dide kû Îran ji mehkÛm kirina Turkiye nekêfxweşe. Gelo gelê Kurd bêtir ji viya kû her du dewletan hevpar û hevbawerin, ji wan helsukewtan çi fêm bike? Eger dewleta Îran dixwaze berowajî wê yekê nîşan bide, çima pêşî ji wan çalakiyên medenî digre?

7.       Wekî pirsa dawî; di wê demên dawiyê de li meclisa Îranê çê bÛna fraksiyona Azeriyan mijara behse.nêrÎna Kodar ji bo wê mijarê çiye? Heya çiastek dikare bi bandorbe?
Ava bûna fraksiyona Azeriyan an jî hebûna fraksiyonên Kurdan, Ereban û … di halek de kû bi armanca lihîstina rewla demokratîk û çareser ker be, dikare bi qazanc be. Eger ne wisa be jî tenê bi hebûna qaliban û mekanîsman bi tenê ne têr kere û deskeftek tê de tune ye. Mijara bingehîn eve kû wan fraksiyonan heya çi astek dikarin û dixwazin ji bo gihaştina bi mafên bingehîn û mirovî yên etnîsîteyan û gelan li Îranê gav bawêjin û di rêkek de bimeşin kû cihêwazî û binpê kirina mafên mirovan bi dawî bibe.

 

Hevseroka konseya rêweber a Kodar
Foad Bêrîtan

 

 

Most viewed
Recent updates

Kodar (Democratic and Free Society of Eastern Kurdistan) is a social confederative system based on the right of self-determination of peoples, freedom of women and environmentally friendly life. Kodar is a non-state system and organizes the societies on the socio-political, cultural and democratic basis.