
Ûrmie dîrokek ji Berxwedan
4 ئاب, 2016Xebat Sozada Rojhilat
Ji bo mînak, şerê Çaldiran yê di salên 1514’yan de yê qaşo di navbera Osmanî û Sefewiyan de rû dabû. Osmanî wekê serwer hatibû bi navkirin. Di rastiyê de eşîrên kurd şer kiribun û bibun serwer. lê ji ber li ser navê Osmaniyan şer dikirin serkeftinên bi dest dixistin li ser navê Osmaniyan dihatin bi navkirin. Her du hêzên zilhêz ji bo xwe Kurdan wek mertal bi kar dianîn. Di warê aborî û serbazî de her tim kêmahiyên xwe di nav Kurd û Kurdîstanê de çareser dikirin. Jixwe raste rast li hember Kurdan şer nedikirin, lê her du mil baweriyên wan li hember wan bi kar dianîn û didan şerkirin. bi wî şêwazê Kurd dihatin qetil kirin. welatê wan jî wekê her tim heta salên 1600’jî dihat talan kirin.
Di wan salan de fermandarekî Sefewi yê bi navê “Emîrxanê Lepzêrîn” hebû kû kurd bû. li ser navê wan ketibû gelek cengan û serkeftinên mezin bi dest xistibûn. di wan şeran de destek wî jî jê bibû. lewma “Ebbas şahê ll’ ji hezkirina xwe jê re lepek zêr dabû çêkirin.
Emirxanê Lepzêrîn êdî gihîştibû wî rastiyê kû êdî ji bo dewleta Sefewîyan xizmet neke. pêşengiya civaka xwe bike bikeve bin xizmeta wan. ji kurdan re pêşengayetî bike. Lewma li herêma Urmiyê Qeleya Dimdimê li gorî şert û mercên berxwedanekî mezin li hember Ebbas şahê Sefewî ava kir. sîxwirên Sefewî di nav çêkirina qelayê de dihatin peydakirin û çirke bi çirke agahî didan Ebaas şah, lê şah destpêkê bawer nedikir. Êdî Qela ber bi qedandinê bû. her tişt û her kes li gorê berxwedanê amade bibûn. Bi zihmetî be jî muxbîrên şah, şah xistibun nav tevgerê.
Ji her derê hêz hatibun komkirin. “Qelaya Dimdimê” xistibûn nav çemberêke mezin. şerên dijwar hatibun destpêkirin û bê navber bi mehan domandibû. Şah dixwest berxwedanê serkut bike. Şerwanên kurd bi berxwedanîyekî bê hempa li ber xwe didan û destanan dinivîsandin. bê cudahî jin, mêr, pîr û ciwan li hember dijminên xwe pêk ve şer dikirin.
Di encama şer de bi sedan û hezaran mirov kû li hember hovîtiyê şer kiribûn, bi pêşengê xwe, Emîrxanê Lepzêrîn ve Şehîd bibun. bi sedan jin û keçên ciwan ji bo nekevin destên dijminên xwe bi rûmet û îradeya wan neyê lîstin, bixwe xwe şehîd dixistin. heta hinek ji wan zarokên xwe didan hemêza xwe û xwe li ser çiyayan de diavêtên û dawî li jiyana xwe dianîn. her wiha keçek bi navê “Qumrî” , heft keziyên xwe yê dirêj jê dike û bi hev ve girêdide. xwe dadiliqîne. bi wî şêwazê şehîd dibe û wekê wî bi sedan kes bi şêwazên cuda Şehîd dibin. bi jiyana xwe dîrokê dixemlînin. Lê mixabin êdî behsa wan nayê kirin. êdî Qela Dimdimê jî hatibû wêrankirin. bi hezaran û dehhezaran mirovên li wî herêmê jiyan dikirin hatibûn dûr xistin (tebît). bi hezaran jî hawara xwe gihandibun çiyayên xwe yên kû her tim di demên zihmetî de bibûn stargehên wan. lewma wanên di çiyayan de jiyan dikirin ji ber şert û mercên çiyayan, birsîbun û tî bunê gelek kes jiyana xwe ji dest didan. ji neçariyê ji bo bikaribin xwe li jiyanê bigirin malên dewletê û yên hevkarên wan didizîn. ji bo kû careke din jiyanê hembêz bikin di nav hevdu de par ve dikirin kû ew jî mafê wanê herî rewa bû.
Dema sal dihatin 1639’an her du hêzên zilhêz kû Kurd û Kurdîstanê bi hemû dewlemendiyê wî ve bi kar dianîn li Qesra Şirîn bi peymanekî reşê nemerdane zerbeya herî mezin li Kurda didin û Kurdîstanê dixin du beş. Bi wî şêwazê xwestin bi dabeşbûna Kurdîstanê hêza Kurdan lawaz bikin. Lewma Rojhilatê Kurdîstanê ev 377 salin ji beşên dinê qut bûye. di nav xerîbiyê de hîştin. Her wiha dewleta navendî ya Îranê di hindirê Rojhilat de jî Kurdan parçe parçe kirine. bi sîstema ustanan wan ji hevdu cuda kirine. yek ji wan ustanan jî, ustana Urmiyê bû. bajar û bajerokên wekê Selmas, Kotol, Xoy û Makuyê jî digre nav xwe. zimanê wan bi kurmanci ye. lê ji ber eşîra Şikakî bi îsyana “Simko Şikak“ ve bi nav û deng bun, di nav zaravayên dinê yê Rojhilat de hemî Kurmanc wekê Şikak tên bi nav kirin.
Her çiqas Kurdîstan perçe jî bibe li beşên din yê Kurdîstanê dema berxwedanek Kurda ru dida ji berxwedanê re dibun alîkar. Ev di îsyanên wekê Babanzade, Bedirxan, Şêx Ubeydulahê Nehîrî û îsyanên di ss 20’ mîn de jî xwe da diyarkirin.
Dema Simko Şikak dest bi wî berxwedanê kir Kurmancên wî heremê bi hêz û coşekî mezin beşdarê wî berxwedanê bûn. lewma Simko Şikak di demekî kurt de gelek bojarên Rojhilat bi dest xist. lê di nav vî şerî de gelek xeletî jî rû dan, yek ji wan xeletiyan jî şerê di navbera Kurd û azeriyan de bû kû bi dehan hezar kesî ji hevdu qetil kirin. ruxmê kû tevgera azadiyê dixwaze wî dijminahiyê ji holê rake jî, heta astekî ew nakokî hîn xwe diparêzin.
Kurdên li herêma Urmiye, Salmas, Kotol, Xoy û Makuyê her tim bi kîn û nefreta xweya li hember degirkerên li ser Kurd û Kurdîstanê zal bûne parastine. ciwanên wan her tim evîna Kurdîstanekî xweser di dilên xwe de xemilandine. lewma tim dema di Kurdîstanê de tekoşîn li beramber degirkeran pêş dikeve, diherikin nav tekoşînê û berxwedanê dikin. Her ji lewre jî rejîma Îranê wî herêmê wek ustana “Azerbaycana xerbî“ bi nav kirine. ji bo kû nakokîyên di navbera Kurd û Azeriyan de kûr bikin kû ew her du gelana ji ber nakokîyên nav xweyî li hember rejîmê serî ra nekin. rejîm jî bi rehetî bikaribe siyaseta xwe ya krêd bide meşandin. ew pîlangêrî heta astekî rolê xwe lîstiye. lê êdî ew pîlanên çepel pûç bûne. her du netew wekê goşt û hestî , bi biratî fêrê bi hev re jiyan kirinê bûne. nakokî hatine asta tinebunê.
Şêwaza jiyana Kurdên kû li wî herêmê dene bi şeklê eşîrgerayîye. ji ber li ser sînoran jiyan dikin debara xwe ya jiyanî piranî ji karên ser sînor ango qaçaxçitiyê derdixin. ji ber kû her tim bi rihên xwe yê berxwedaniyê tevgeriyane, ev 38 salên dawiyê rejîm siyaseta xwe ya li wî herêmê taybet tir kiriye. sîxwirî, ceşayetî, besîcî, birsîbun û muhtacê xwe kirin zêdetir kiriye. êdî wisa lêkiriye kû bira bi bira bawer nake. yên serê xwe li hember wî siyasetê netewînin û kêmek berxwedanî bikin, mafê wanê jiyan kirinê di wî welatê de namîne. neçarê koçberî, dûr xistin û zîndanê dibin. lêbelê ruxmê ewqas êrişan jî her nesil dema kû pêş dikeve, beşdarê tevgerên kû wî serdemê li hember zulm û deselatiyê tekoşîn dikin dibin û bi her rihekî bexwedan û tekoşîn dikin. Tim û tim ala ejdadên xwe berz dikin û bedel çi dibe bila bibe rûmeta xwe zindî dihêlin.