Yêkineyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK), daxuyaniyek nivîskî weşand, nasnameyên 4 gerîlayên xwe yên li Serdeştê bi komployekê ve hatin qetilkirin eşkere kir. YRK’ê di daxuyaniyê de wiha got: “11’ê Hezîrana 2016’an yekîneyek me ya ji çar hevalan pêk dihat, bi wesayîtê diçûn li ser erkeke di navbera gundên Axalan û Dîwalan ên giredayê Serdeşt a li ser Eyaleta Mukiryan. Li vê rêka ji aliyê çeteyên xwefiroş û sixurên dewletê ve tên îxbarkirin û bi awayek bêbaxtane di kemînekê de hevalên me tên qetilkirin.”
Di daxuyaniya YRK’ê de ev hatin gotin:
“Dewleta dagirker û metînger a Îranê her diçe li hember gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û gerîlayên wê yên azadiyê kiryarên xwe yên bêbextane fireh dike û pêş dixe. Mînaka wê ya herî dawî di 11’ê Hezîrana 2016’an de yekîneyek me ya ji çar hevalan pêk dihat bi wesayîtê diçûn li ser erkeke di navbera gundê Axalan û Dîwalan ên giredayê Serdeşt a li ser Eyaleta Mukiryan. Li vê rêka ji aliyê çeteyên xwefiroş û sixurên dewletê ve tên îxbarkirin û bi awayek bêbaxtane di kemînekê de hevalên me tên qetilkirin.
Di heman demê bi rê û rêbazên fihûş, eroîn hwd. pêşeroja gelê me tarî dikin. Ji têkoşîna azadî, mirovî û civakî dûr dixin. Jiyana heyî heram dikin. Yên ku dixwazin hinekî jî li kerameta xwe xwedî derkevin bi serdegirtin, girtin, avêtina zindanan, çewisandin, kuştin, gefên kuştinan ve bi ser de diçin. Bi van polîtîkayên xwe ve dixwaze çavê gelê me bitirsîne, bide revandin, parçe bike û ji tekoşîna hebûnê dûr bixe.
Ew helwest, şêwaz û polîtîkaya dewleta faşîst a Îranê dibe sedem ku şer xurtir bibe. Niha em wek Tevgera Azadiyê û yekîneyên wê yên parastinê, dixwazin çareseriya pisgirêka gelê Kurd li Îranê bi rêka diyalog û sîyasî çareser bibe, lê tevî hemû hesasiyet û hîşyariyên tevgera me jî dewleta Îranê dest ji dijminantî û kiryarên bêbextî bernade. Em ê jî neçar bimînin bi awayekî aktîf parastina xwe û gelê xwe bikin. Bila gelê me jî bizanibe dewleta Îran bi van kiryarên xwe yên bêbext ve nikare encamê bigire û pêşiya meşa me ya azadiye asteng bike.
Em wek Yêkineyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê YRK bang li gelê xwe yê welatparêz, malbatên şehîdan ên hêja dikin ku dem dema hevgirtin û yekîtiyê ye. Lewma pêwîst e gelê me kesên xiyanetkar, sixur, ceş û bêbextan di nav xwe de qebûl nekin. Dîsa keç û xortên ciwan di rojhilatê Kurdistanê pêwîst e ji bo erkên xwe yên hebûn û parastina gelê xwe pêk bîne, beşdarî nav refên gerîla bibin.”
YRK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe têkîldarî gerîlayên jiyana xwe ji dest dane ev gotin:
“Hevalên me şehîd Manî, Ş. Rêzan, Ş.Sîpan û Ş. Fuat demên girîng û dîrokî de beşdarî refên gerîla bûn û di gelek herêman de pêşengtiya têkoşîne kirin. Heta şehît ketin jî bi sekna xwe ya hevaltiyê, fedakar, wêrektî, xulikkar û fedaî ji bo me bûn mînak. Em weke fermandarî û Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê YRK soz didin ku ji îro û şûn de jî em ê li gor daxwaz û xeta wan a jiyana azad, tekoşîna xwe heya serkeftinê bibin.
Bi vê babetê em ji malbatên şehîdên xwe re sersaxiyê dixwazin, êşa wan parve dikin. Pêwîst e bi wan lehengên welidandine serbilind bin.”
Nasnameya gerîlayên YRK’ê yên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Manî Çiya
Nav û Paşnav: Yûsûf Ehmedî
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1989 Mahabad
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 2009 Mahabad
Dîroka Şehadetê: 11.06.2016
Nasnav: Fûat Agir
Nav û Paşnav: Diyar Mumînî
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1991 Merîvan
Dîrok û cihê Tevlîbûnê: 10.08.2013-KOSELAN
Dîroka Şehadetê: 11.06.2016
Nasnav: Rêzan Koselan
Nav û Paşnav: Hasî Qadirî
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1988 Hewraman Gundê Kolîe
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 2011 Koselan
Dîroka Şehadetê: 11.06.2016
Nasnav: Sîpan Cûdî
Nav û Paşnav: Mehmet Elbîr
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 01.01.1996 Êlih
Cihê Tevlîbûnê: Stenbol
Dîroka Şehadetê: 11.06.2016