Zîlan Tanya; Bi Tekoşîna Bi Hevre Yêkitî Çêdibe Bi Yêkbûyîn Dijmin Têkdiçe

26 حوزه‌یران, 2019

Hevseroka KODAR’ê Zîlan Tanya beşdarî bernameya dengê Şîlan ya radyoya Dengê Welat bû.  Tanya di derbarê rojeva siyasî û civakî de şîrove kir û got ku tekoşîna  hevbeş a navxweyî û derve dikarî  dijmin têk bibe. 

Ketina İran Ketina Mevziyên Hêzên Hegemonîke

Tanya di derbarê siyaseta hêzên hegemonîk ji bo gorankariya di İran de got ku; ‘hêzên hegemonîk naxwazin dewleteke ku bi destê xwe avakirine û di encama hevpeymaniya hêzên xweve pêkhatiye, têk biçe.  Ji ber ku ketina İran tê wateya ketina mevziyên hêzên hegemonîk ên cîhanê.  Ji ber wê naxwazin û nahêlin ku İran birûxe.  Dibe ku hewlbidin ku di İran de hinek gorankariyan çêbikin.  Ji bo ku bi van gorankariyan ve di astekêde İranê teslîm bigirin.  Pergala Gelên İranê Dixwazin, pergalek wisa nîne ku ji derve were diyar kirin.  Hêzên hegemonîk xwe wek hêzên rizgariya gelên İranê didin nîşandan.  Ewin ji bo gelên İranê têdikoşin.  Zext dixin ser İran’ê.  Ewin İran diguherînin.   Lewre hûn rûnin li bendê bin.  Ji berk u hêzên rizgarker  hêzên dervene.  Ev tişt di demek deye ku xwestek û daxwaziyên gelan  li gorî berjevendiyên wan pêk bê.  Ji berk u ev gorankariyên ku pêwîste civaka İranê dikare bike.  Pergala ku gelên İiran dixwazin pêrgalek wisa nîne ku ji derve were dîyar kirin.   

Ji bo ku dewlet dawî li vê rewşê bîne civakê careke din dike qurbanî

Tanya di derbarê  rewşa aloziyên k udi nava civakê de derketî de got ku ev nakokiyene ji aliyekêve ji bo İranê qezence.  Ji berk u heta ku dewleta İranê çareseriyê ji derve bigere rewşên din ava İranê de dê paşde bimîne.  Rewşekê wiha derdikeve holê ku pêwîste civaka İranê li hember  êrîşen derve seferber bibe.  Û niha demê nakokî nîne.  Lewma dema şer û dijberî û tekoşînê nîne.  Hûn niha tiştekê ne xwazin ji berk u êrîş li derve heye.   Ji bo ku dewlet bi vê rewşê dawî bike careke din civakê qurbanî dike. 

  Tiştê Ku Gelên İranê Dixwazin Azadî û Demokrasiye, Pergala Reveberiya Demokratik e

 Tanya li direjiya axaftinên xwede balkişand  ser  xwestek  û daxwaziyên gelên îran û got îran bi siyasetek dixwaze civak perverde bike.    xistina xwestek û daxwazên civakê di astekêdeye tenê ji bo debbara jiyana xwe hewl bide.  Tenê di çerçoveya   helqeya ku dewlet ji bo gelan diyar dike diyardeya azadî li wateya xwe derdixîne û êdî azadî tenê di asta hebûna fizîkîde dibe. Tiştê ku gelên îranê dixwazin  azadî û demokrasiye.  Ku bikaribin xwe rêvebibin.   Dixwaze tekoşîna gelên îranê di çerçeveya aborîde teng bike û armanca gelên îranê  berovajî bike.    

Li rewşekde ku dagirkerî hebe  kalkan ji bo xwe parastinê şêwazeke. 

Tanya di derbarê çalakiyên kalkanên zindî yên li Başûrê Kurdistanê  û pêwîstiya hebûna kalkan di İran û Rojhilatê Kurdistan de got ku; civaka İranê tekoşîna  li dijî erîşên derve ku dixwazin li ser welat û civakê dikin de çêbûye.  Kalkan heye û pêwîste hebe jî.  Li rewşeke ku dagirkerî hebe kalkan şêwazeke xwe parastinêye.

Kalkanê zindî di Başûrê Kurdistanê de li dijî dagirkeriya  dagirkerî dewleta tirk di başûr û navçe û  rojhilata navîn rêvediçe.  Tekoşîneke bihêz birevediçe. 

Di pêngavek ku lêwazî heye pêwîstî bi tekoşîneke hevbeş heye. 

Tanya di derbarê tekoşîna hevbeş ya gelan got ku  di vê rewşêde hêzên dagirker  xetê xwe diyarkirine û civakan jî xetê xwe diyarkirine.  Şer û tekoşîn xetê wane.  Li cihê ku dagirkerî heye êrîş heye.  Li dijî wê jî tekoşînek bê westandin heye.  Di pêngavên ku lewazî heye pêwîstî bi tekoşîneke hevbeş heye.  Tekoşîn dê di demeke nêz de bi yêk nêrîn, helwest û yêkitiyekê ve dê serbikeve.   

Tekoşîneke ku  gelemperî nebe   nikare gorankarî ava bike

Tanya di derbarê peyamê dawi ya Rêberê Gelên Kurdistanê Abdullah Ocalan de got ku<;  niha demê pêşxistina tekoşîna hevbeş e.  Tekoşîna ku pêwîste herkesî di nava xwede bicih bike.  Ne tenê beşekê di civakê de bi tekoşîna giştî yêkbûyîn çêdibe û yêkbûyîn dijmin hildiweşîne.  Tunedike.  Rêber apo de hevdîtinên dawîde bi israr  li ser wiya disekine  ku pêwisti tekoşîna hevbeş û yekitî heye.  Raste tekoşînek heye lê giştî nebûye.  Tekoşînek ku giştî nebe nikare gorankarî ava bike. 

Tanya di dawîde peyamê xwe bi vî şêwazî da; ji bo ku em bigihijin  hêza xwe ya cewherî  pêwîste em lewaztiyên xwe derbas bikin.    Mafê me nîne ku derfetek ji bo dijmin em bixuliqînin ku li ser me de hakimiyet çêbike.  Pêwîste em hemû derfetên ku dijmin hêz dike pûç bikin têk bibin.   Ev jî bi yekîtî û rêxistinê ve çêdibe.  Gelê kurd pêwîste yekitiya xwe bihêz bike.  Bi mevziyekê tekoşîneke hevbeş a navxweyî û derve dikare dijmin biçok deyne.